Ji bo Roja Mafê Zarokan li Hesekê şahî hat lidarxistin

  • 13:33 19 Mijdar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê şahî li pêşdibistanên bi navê Cihana Zarokan li dar xistin.
 
Bi boneya Roja Mafê Zarokan a Cîhanê,  Komîteya Jinê  ya kantona Hesekê şahî ji bo zarokên pêşdibistanên cîhana zarokan ên kantona Hesekê li dar xistin. Di şahiyê de bi dehan zarok amade bûn. 
 
Berdevka Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê Fatma Ibrahîm Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, li tevahî zarokan û bi taybet zarokên koçber pîroz kir û hêviya vegera li ser xaka xwe xwest û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Li tevahî Kantona Hesekê 12 pêşdibistan ê cîhana zarokan heye, hejmara zarokan 264'in. Me wekî Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê bi boneya rRoja Mafê Zarokan a Cîhanê me xwest kêfxweşîyê têxin dilê van zarokan. Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku rê li ber dagirkeriyê bigirin û zarokan vegerînin mal û dibistanên xwe, ji ber ku koçberî wan ji mafê wan ên zaroktiyê bê par dihêle."
 
Paşî li tevahî pêşdibistanan li ber staranan diyarî li zarokan hate belavkirin.