Têkildarî 5 rojnamegeran de doz hat destpêkirin

  • 10:29 19 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Tevî nûçegîhana ajansa me Rojda Aydin têkildarî 5 rojnamegerên ku çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayinkirina qeyûman a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dişopandin, doz hat destpêkirin. 
 
Piştî ku di 19’ê tebaxa 2019’an de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir, parlamenterên HDP’ê jî di nav de bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê xwepêşandanên şermezarkirinê li dar xistibûn. Di xwepêşandana 20’ê tebaxa 2019’an de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî girseyê kiribû û tundî li wan kiribûn. Di mudaxaleyê de hin welatî hatibûn binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç, nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin, rojnamevan Halîme Parlak û Nûrcan Yalçin ku dîmen û wêneyên tundiya polîsan digirtin, hatibûn binçavkirin. Her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Mehmet Selîm Şîmdî jî hatibûn binçavkirin. Binçavkirî piştî hefteyekê hatibûn berdan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê 5 jê rojnamevan bi giştî derbarê 8 kesan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kirine” lêpirsîn dabû destpêkirin û par biryara neşopandinê ji bo wan hatibû dayîn. Vê carê jî Serdozgeriyê bi îdiaya “Li dijî qanûnê bê çek beşdarî civîn û meşê bûne û tevî hişyarkirinê jî belav nebûne” dozname amade kir. Dozname ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 1’emîn a Mêrdînê ve hat pejirandin.