Jinên Mexmûrê: Li dijî şîdetê yekitiya jinê girîng e

  • 10:10 19 Mijdar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên li Mexmûrê bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û gotin: "Divê tevayî jinên cîhanê li dijî şîdetê bibin yek û xwedî li hev derkevin. Pêwîste jin bi xwe biryara xwe bide û ji bo azadiya xwe di nava berxwedanê de bin." 
 
Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê re li tevahiya cîhanê jin ketin nava liv û tevgerê û xebatên xwe derxistin asta herî jor. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinan bi bernameyên cuda peşwaziya 25'ê Mijdarê dikin û bal dikişinin ser şîdeta li hemberî jinê. Jinên Mexmûrê nêrînên xwe yên derbarê têkoşîna li hemberî şîdetê wiha ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Yekitiya jinê girîng e' 
 
Hemayîl Nêrweh di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya jinan û got: "Jin bingehê her tiştî ye û jin jiyan e. Jin dikare jiyanê biafirîne û bi rêvebibe. Di dîrokê de li hemberî jinê gelek neheqî hatiye kirin. Lê divê em jin li dijî wê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Li vir tişta herî girîng jî yekitiya jinê ye. Her wiha divê di nava malbatê de jin li hemberî zarokên keç û jinên ciwan nêzikatiyên paşverû li pêş nexin. Li gorî mêran hêza jinê zêdetir e di guhertina jiyanê de. Jin divê li dijî astengiyên mêran derkevin û li ber xwe bidin. Jin li malê her karî dike lê dema bikeve kêmasiyekî bi şîdet û heqaretê re rûbirû dîmine. Tişta herî girîng jî divê jin baş xwe nas bike û bêmafiyê qebûl neke."
 
'Bi şîdetê re rûbirû mam' 
 
Hacer Hîlalî, ji ajansa me re bi taybetî qala serpêhatiya xwe kir û wiha axivî: "Bi avabûna deshilatdariyê heta niha li hemberî jinê şîdet heye. Zilam her tim li hemberî jinê li gorî dilê xwe tevdigere. Zilamê min jî li gorî keyfa xwe çû jinek din re zewicî. Li gorî mêr tişta herî girîng jî zewq girtine, ji ber vê jî her tiştî ji bo xwe maf dibîne û wekî zewaca duyem. Zarokên me hebû, gelek kesên derdora me ji hêvî nedikirin. Lê dema em li dijî wê derketin dest bi her cûreyên şîdetê kir. Exlaqekî pîs hebû, dema tiştek weke dilê wî çêneba bêhna xwe teng dikir, li min dixist, xeber digotin. Êdî di nava malê huzûra me ne mabû. Dema mirov wan tiştan bijî hezkirin û hurmet ji holê namîne."
 
'Azadiya xwe bi têkoşîna xwe bigirin' 
 
Qazê Talî jî di nêrînê xwe de bi taybetî li ser têkoşîna jinê sekinî û wiha bi lêv kir: "Li hemberî jinê şîdetek giran heye. Jin li malê hatiye hiştin, di çarçoveyek teng de hatiye hiştin, ne hiştine derkeve derveyî mal, di nava çar dîwaran de maye. Ev tişt bû sedem ku fikir û ramanê wê pêş nekeve û her tim di çarçoveyekî teng de maye. Bi vî awayî zilam jinê weke malê xwe yê xususî dibine, weke milkê xwe yê şexsî dibine bi wî şêweyî jinê dide şuxulandin. Li gorî mêr divê jin li malê tenê ji bo min kar bike, zarokan bine, zarokan xwedî bike, xwarina min çêke, mala min paqij bike. Mafê wê yê derve nîne, mafê wê yê pêşketinê nîne, mafê wê yê hizirînê nîne, mafê wê yê xwe parastin û rêxistin kirinê nîne û bi vî rengî mafê jinê ji dest hatiye girtin. Divê tevayî jinên cihanê û bi taybet jinên kurd li xwe xwedî derkeve û şîddeta li ser wan tê meşandin ne pejirîne. Pêwîste jin bixwe biryarên xwe bidin ne zilam li ser jiyana wan biryar bidin. Azadiya xwe bi têkoşîn û berxwedanê bigirin. Êdî pêwiste jin hinek tiştan bibîne ev sedsala 21'an divê guhertin û veguhertinan di jiyana xwe de bide ava kirin. Bikare biryarê xwe bixwe bide, xwe bi rêxistin bike û di bin koletiyê de derkeve, koletiyê li ser xwe ne pejirîne. Di her alîde jin bi şîdetê re rûbirû dîmen; weke ruhî, fîzîkî, mejî, devkî. Jin bingehê jiyanêye ger jin azad be wê civak jî azad be û zarok jî wê azad bên mezin kirin. Jin bixwe pêwiste bêje mafê min yê kar kirinê heye û mafê min yê derketinê jî heye, mafê min yê xwe rêxistin kirinê û perwerde kirinê heye."
 
'Divê jin li dijî mejiyê teng xwe azad bike' 
 
Qazê di dawiha axaftina xwe de wiha bal kişand ser perwerdeya mêran: "Ji bo mêran jî perwerde pêwiste, ji ber ku ger mêr hatibûna perwerdekerin dê li hemberî jinê nedibûn asten. Ji ber ku zilam dibêje ger jin perwerde kiribe êdî zilma ku ez ser dikim napejirîne ji ber wê jî na xwaze jin xwe perwerde bibe û xwe bi rêvebibe. Berevajî vê zihniyeta mêr divê jin mejiyê xwe bide şuxulandin, di mejiyek teng de ne mîne û bikare xwe azad bike."