Di 10 mehan de 10 mirinên bi guman ên jinan

  • 09:49 19 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Platforma Jinê ya Şahmaranê Gulîzar Îpek da zanîn ku di 10 mehî de 10 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane û got ev mirinên bi vî rengî ne normal in. Gulîzarê banga rêxistinbûyinê ya li dijî mirinên bi guman ên jinan kir. 
 
Navenda Lêkolînê Sosyo Polîtîk Saha di çend rojên borî de têkildarî komkujiyên jinê de raporek weşand. Li gor raporê di 10 mehê ewil ên salê de 197 bi guman bi tevahî 453 jinî  jiyana xwe ji dest dane. Mêrdîn jî di nava bajarên ku herî zêde mirinên bi guman ên jinan derdikeve pêş di rêza pêncemîn de cihê xwe digire. Li Mêrdînê di nava 10 mehan de 10 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsînên ku têkidarî mirinên bi guman dest pê kirine pêş nakevin. 
 
Endama Platforma Jinê ya Şahmaranê Gulîzar Îpek têkildarî mijarê nirxandin kir. Gulîzarê da zanîn ku mirinên bi guman ji ber girtina saziyên jinan û polîtikayên tundiyê yên li dijî jinê yên hukumetê çêdibin. 
 
'10 mirinên bi guman ên jinan'
 
Gulizarê da zanîn ku li gor salên din van salên dawiyê mirinên bi guman ên jinan zêde bûne û wiha got:"Mirinên bi guman ji ber girtina saziyên jinan û polîtikayên tundiyê yên li dijî jinê yên hukumetê çêdibin. Mirinên bi guman ên jinan ên  li Nisêbîn, Qoser, Dêrik û Mîdyadê pir zêde bûne. Lê encamek têkildarî ev jinan çima mirine yan jî çima întihar kirine nehatiye bidestxistin. Daraz di vî warî de peywira xwe nayne cih. Divê daraz niha sedema 'întiharan' diyar bike. Lê belê berovajî vê civakê teşwîqî tundiyê dike. Tundî mirinên jinan em nikarin ji polîtikayên dewletê cuda bikin. Gelek saziyên jinan ji ber qeyûm hat tayinkirin hatin girtin. Em wekî jin li dijî vê yekê qadan terk nakin. Mirina 10 jinan ne tiştekî normal e."
 
'Ji her hawî tundî li jinan tê kirin'
 
Gulizarê bang kir ku jin li dijî tundî û komkujiyan xwe birêxistin bikin û wiha got:"Em behsa mirina 10 jinî dikin. Ev ne întihar e cinayet e. Li vî welatî komkujiya jinê mijara gotinê ye. Em roj çavên xwe bi kuştina jinan û îstismarê vedikin. Ji ber polîtikayên dewletê tu qad ji bo jinê nehiştin. Ev pêvoja bû sedem tundî zêde bibe. Li dijî van polîtikayan divê jin xwe birêxistin bikin. Divê kujerên jinan jî vê gavê bê dîtin."