Em ê 25’ê Mijdarê qadan tijî bikin

  • 09:06 19 Mijdar 2020
  • Rojane
RIHA/AMED - Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê axivin gotin: “Em ê ne tenê di 25’ê Mijdarê de têbikoşin û em ê her roj li dijî tundî, rejîmên dîktatoryal, zext û tacîzê têbikoşin”
 
Di Çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî tundiya dewleta mêr têdikoşin" di 7'ê Mijdarê de li hin bajarên diyarkirî startên çalakiyên xwe dan û derbarê kar û xwebatên xwe yên 25'ê Mijdarê de nirxandin kirin.
 
‘Xwişkên Mirabel ji jinên cîhanê re bûn hêvî' 
 
Aktîvîsta TJA’yê Nahîde Kiliç bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û wiha got: “Wekî ku tê zanîn di sala 1960’î de li Komara Domînikê ji aliyê dîktator Trujillo ve her sê Xwişkên Mirabal hatin qetilkirin. Wê dîktatoriyê her sê Xwişkên Mîrabal wek dijminên xwe îlan kirin û ew bi komployekê qetil kirin. Vê berxwedana û kuştina wan li hemberî dîktatoriya faşîst, têkoşîn bilindtir kir. Piştî qetilkirina wan bi şeş mehan,hêza birêxistinkirî ya gel, dawiya wê dîktatoriyê anî.  Xwişkên Mîrabal di roja me ya îro de jî ji bo hemû jinên cîhanê bûn hêviya herî mezin. Em ê bi hêza ku me ji van jinan girt û bi hêza jinên birêxistinkirî vê dîktatorî û faşîzma mêrê serdest têk bibin. Vê bûyera li Komara Domînîkê li ser hemû cîhanê bandorek mezin kir.”
 
‘Em ê li dijî tundî û rejîmên dîktator têbikoşin’
 
Nahîde di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan mîrateya têkoşînê ji Xwişkên Mirabal wergirtiye û got: “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê, ne tenê li Tirkiyê tê şermezarkirin, di heman demê de li welatên din ên cîhanê jî di vê rojê de jin dadikevin qdan û  zext û zordariya ku ji aliyê mêran û pergalên mêr ve li jinan tê kirin şermezar dikin. Em jinên ku me mîrateya têkoşînê ji Xwişkên Mirabal wergirtiye, em ê li dijî tundî, rejîmên dîktator, zext û destdirêjiyê têbikoşin. Destdirêjî û tecawîza ku li jinê tê kirin ne tenê fizikî ye. Hêzên dîktator hertim jinan ji qadên aborî, sîyasî, civakî û polîtîk dûr xistin e.  Ew jî nîşan dide ku hêzên dîktator çiqas ji jinan ditirsin. Lê jinan tevî van astengiyan hertim hêza xwe derxistine holê. Em jin em ê hertim şopdarên wê têkoşînê bin. Azadî  herî zêde bi têkoşîna jinan pêk hatiye. Wekî tê zanîn, jinan hêza xwe ya dîrokî bi Şoreja Rojava re nîşanê hemû cîhanê dan.”
 
‘Êm ê li qadan bibin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Hîlwana Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe li kolan û li taxan li dar bixin û ji bo 25 Mijdarê xwe bi rêxistin bikin. Çîgdemê wiha berdewam kir: “Me di 7’ê mehê de ligel hemû astengî û dorpêçkirina polîsan, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi coşek mezin da. Tundîya li ser jinê îro derketiye lutkeyê. Em her roj nûçeyên kuştina jinan dixwînin. Pêwist e ku hemû jin li dijî tundî, destdirêjî û tecawîzê xwe bi rêxistin bikin. Em li dijî tundî, zext û destdirêjiyê hertim li kolanan e. Têkoşîna me ne tenê di 25’ê mjdarê de ye. Lê heta roja 25’ê Mijdarê em ê qadan tijî bikin. Bi girseyekê mezin em ê bersîvê bidin tundiya dewleta mêr.”
 
‘Jin têkoşînek bêhempa didin’
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk(DBP) ya Bajarê Amedê Seval Gulmez jî ev tişt got: “Jinan ji bo ku mafên xwe bidest bixin gelek berdel dane. Li dijî zext û zordariyê bi têkoşîna xwe bûne bersîv. Pergala moderniteya kapîtalîst li seranserê cîhanê  ji bo ku jinê tune bike hewil dide. Bi tûnekirina jinê, tunekirina civakê armanc dikin.  Li her deverên cîhanê jin tên qetîlkirin. Lê belê tevî van yekan jin têkoşînek bêhempa dide û bi vî awayî hebûna xwe diparêze. Li Kurdistanê jî bi taybetî ji bo têkoşîna jinan qadek hatiye vekirin û jinên kurd bi têkoşîna xwe bandorê li ser jinên cîhanê jî dikin.”
 
‘Jin bi hev re bi hêz in’
 
Sevalê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku rêxistinbûyîna jinan rolekê girîng dilîze li bo pêşetina jinan û wiha axivî: “Divê em wek jin werin gel hev li dijî hişmendiya serdest a mêr têkoşînek hevpar bidin. Em ê bi têkoşîneke rêxistinkirî deskeftî û vîna xwe biparêzin. Biryarên xwe em ê bi xwe bidin.   Her wiha divê em xwe ji her aliyî de pêş bixin û hêzê bidin hev. Em çiqas xwe bi rêxistin bikin serketina me jî ewqas nêz e.”
 
‘Em ê xwedî li mafên xwe derkevin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Hacîce Guneş jî got: “Heke jin di destpêkê de mafê xwe neparêze wê tu kes napêreze. Em wek jin divê xwedî li hev derkevin û mafên xwe bidest bixin. Dema ku em hay ji fafên xwe tune bin gelek polîtîkayên dijiberî me  tên meşandin. Lewra divê jin xwe pêşve bibin û ji mafên xwe haydar bin. Bila jin ji bo sibêroja xwe têbikoşin.  Îro jinên ciwan di bin navê êvînê de tên xapandin û polîtîkayên qirêj di ser wan re tên meşandin.  Li dijî şerê taybet divê em li qdan bin û têkoşînê mezin bikin.”