Sembola Jînwarê ya ku mirov ji nezerê diparêze: Hermel

  • 09:05 19 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Înşaya Jinwarê Rûmet Heval, diyar kir ku cihê hermel lê hebe şopên mirovên berê lê zindî ne û wiha got:"Yek ji sembolên gundê Jinwarê hermel e. Cihê ku hermel lê hebe jî şopên mirovên berê lê zindî dimîne." 
 
Yek ji nebatên ku li tevahî Rojhilata Navîn heşîn dibe, di her malê de heye û tê bikaranîn, nebata Hermelê ye. Hermel yek ji sembolên Gundê Jinwarê ye ku her sal lê şîn tê. Derbarê vê mijarê de Endama Înşaya Gundê Jinwarê Rûmet Heval nêrînên xwe bi me re parve kir. 
 
'Hermel sembola Jinwarê ye'
 
Rûmetê di destpêkê de nebata hermelê da nasîn  û ev tişt got: "Yek ji wan sembolên ku Gundê Jinwarê pê tê nasîn nebata Hermelê ye. Li gelek bajarên Kurdistanê ev nebat bi gelek navan tê pênasekirin, lê sûd û berhema wê ji bo mirovan bê sînor e.  Hermel li gelek malên kurd, ereb, aşûrî, suryanî, azerî û hwd.. tê dîtin û ew jî bi haweyên cuda vê nebatê bi kar tînin.  Hinek ji bo xemlê hinek jî ji bo nezerê dadiliqînin."
 
'Cihê Hermel lê hebe şopên mirovên berê lê zindî ne' 
 
Rûmetê di dewamiya gotina xwe de diyar kir ku hermel nebateke li cihê şûnwarên ku berê mirov lê dijiyan şîn tê û wiha dom kir: "Hermel li ser giran û li cihê ku axa reş lê hebe, derdikeve.  Taybet li cihê şûnwarên ku berê mirov lê jiyane şîn tê. Salê carekê şîn tê û tenê 15 roj ji bo berhevkirina wê hene, paşê hermel hişk dibe. Li gorî lêkolînên me tê gotin ku erdkolanvanên ku li cihê dîrokî digerin û nebata Hermelê dibînin, dibêjin şopên miovên berê yên kevin li vir hene. Cihê ku Hermel lê hebe şopên mirovên berê lê zindî dimînin."
 
'Hermel mirovan ji nezerê diparêze'
 
Rûmetê bal kişand ser baweriya mirovan a bi hermelê û wiha pê de çû: "Gelek madeyên ku di por û neynûkên mirovan de hene, di libikên Hermelê de jî tên peydakirin. Di heman wextî de jî ew nezerên çavan, diltengî û nêrîna xirab dişkîne û mirov ber bi başiyê ve dibe. Hermel mirovan ji nezerê diparêze. Salê carekê Hermel li derdora mal û gelek deveran tên şewitandin, da ku ew der ji çavan û gelek bûyerên nebaş werin parastin. Dema ku spî ango pêşo dikevin guh û pozê lawiran, ji bo ku ew pêşo û spî derbikevin, Hermel tê şewitandin û li derdora wî lawirî dibin û tînin. Bi vî rengî ew heywanokên biçûk ji lawiran derdikeve."
 
'Hermel wekî salnameya jinê tê nasîn'
 
Rûmetê da zanîn hermel wekî salnameya jinê tê nasîn û wiha got:"Hermel di heman demê de dermanê nexweşiyên mîna bîrov, egzema ne û jinên ducanî baş e. Li gorî lêkolînên me 12 hezar sal zêdetir zanebûna jinê ya di aliyê civakî, dîrokî de pir li pêş e.  Taybet di şiklê Hermelê de salnameya jinê tê çêkirin. Li gorî rojên mehê bê çendin, libikên hermel tên dayin. Xemla wê jî ji rengê wê mehê ye ku çi tê de dibare ango çi kulîlik tê de vedibin, hermel wî şiklî dide."
 
'Hedefgirtina gundê Til Hermelê ne ji rêzê ye'
 
Rûmetê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Hermel wekî zemanê jinê tê nasîn. Zemanê jinê jî li Jinwarê bi Hermelê nû dibe. Em li vir xwedî xweza û dewlemendiyên mezin in. Lê belê dewleta tirk vê dewlemendiya me hedef digire. Çi berhem û deverên dîrokî yên jinan hebin rastî êrîşa dewleta tirk tê.  Yek jê jî Til Helef û îro Gundê Til Hermel yê girêdayî Navçeya Zirganê ye. Hedefgirtina Gundê Til Hermelê ne ji rêzê ye. Armanca dewleta tirk ew e ku kok û çanda gelê vê herêmê qir bike. Çand û dîroka gelê vê herêmê rastî êrîşên qirkirinê tên, lê em ê jî bi van sembolan çanda xwe nû bikin û li berxwe bidin."