Jinên Nisêbînê: Qeyûm bi zaneyî rêyan çênake

  • 09:04 19 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi hatina baranê re kolanên Nisêbînê di nava heriyê de dimînin. Welatî di derbarê rêyên xirabûyî yên Nisêbînê de gilî dikin û dibêjin bila qayûm karê xwe bike.
 
Bi salan e li Navçeya Nisêbînê bi hatina baranê re kolan di nava heriyê de dimînin. Îsal jî bi hatina baranê kolanên xirabûyî di bin heriyê de man. Ne mirov ne jî maşîne nikarin di wan riyan re derbas bibin. Welatiyan çiqas giliyên xwe ji qeyûm re kiribin jî encamek bi dest nexistin û li gorî jin dibêjin qeyûm tu xizmetê ji wan re nake. Welatî daxwaza xizmetê dikin.
 
‘Pirsgirêkên me naqedin’
 
Hayrîye Akara ya li Taxa Azadiyê ya Nisêbînê dijî diyar kir ku kolanên wan bi salan in xirabûyî ne û wiha got: “Kolanên me xirabûyî ne, havînê toz û zivistanê jî herî ye. Ceyranê di bin erdê re dikişînin û ew cihên xirabûyî jî wisa dimînin. Ji ber heriya zivistanê em nikarin ji malên xwe derbikevin. Ango em derbikevin jî wê ferqa hindirê malê ji derve nemîne. Pêwîstiya me çêdibe em derdikevin em malê di nava heriyê de dihêlin. Di havînê de ji ber tozê karê me tim dibe paqijî. Êdî ji aciziya em nema dikarin bijîn. Pirsgirêkên me yên weke ceyran, kolan û avê naqedin.”
 
‘Qeyûm karê xwe nake’
 
Remzîye Ateş a  ku li heman taxê dijî jî diyar kir ji navçeyê re çi pêwîst be nayê kirin û wiha berdewam kir: “ Kolanên me xirabûyî ne. Ne zivistan ne jî havînê em nikarin rehet bibin. Pêwîstiyên navçeyê yên wisa sereke jî nayên pêşwazîkirin û pirsgirêk nayên çareserkirin. Qeyûm karê xwe nake. Lê ji bo reklaman tiştên ne girîng in çêdike. Em rêyek baş dixwazin. Ceyrana tê çêkirin jî ji bo ku ji me re ceza werin birîn tên çêkirin. Ji her tiştê ewqas dirav ji me digirin lê xizmetê nakin. Di her cihî de berjewendiya xwe difikirin. Wan Nisêbîn xira kirin û niha jî ava nakin. Tiştekî nakin. Li ser van riyan zarokên me nikarin derbikevin û bilîzin. Em bi şeklekî hewil didin ku îdare bikin. Em xîz û keviran berdidin rê heya ku zivistan here. Lê ev rewş wê heya kengê wisa derbaa bibe. Kes rewşa me napirse. Em dixwazin ku herkes karê xwe bike.”
 
‘Em xizmetê dixwazin’
 
Semîre Şahîn jî wiha axivî: “ Me heya niha xizmetek baş ji qeyûm nedîtiye. Herî û ava ku li kolanan kom dibe tê hindirê mala me. Kesekî dadger tune ye, her kes ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û me didin bikaranîn. Ji ber rewşa kolanan me gelek caran gilî kir lê tiştê ku ji me re dibêjin ev e “Ma me wisa li kolanan kiriye” Lê êdî bes e, em xizmetê dixwazin.”
 
‘Bi zanabûn rêyan wisa dihêlin’
 
Aysel Kardaş jî herî dawî bertek nîşanî rewşa ku tê de ne da û wiha got: “Em bacê bi her awayî didin dewletê lê pêşberî wê bi tu awayî xizmetê em nagirin. Gelo ev pere diçe ku. Dewlet ji dervey zirarê tiştek neda me. Em jî mirov in. Deşt, çok û çiya jî ne wek kolanên me ne. Bi salane em di nava vê heriyê de dijîn. Bi zanabûn wisa dikin. Dixwazin îşkenceyê li me bidin kirin.”