'Sîstemên desthilatdar li ser xwîna gelan xwe ava dikin'

  • 09:03 19 Mijdar 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endamên Meclîsa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê dan zanîn ku êrişên Azerbaycanê yên bi destên dewleta tirk tên kirin zirarê dide mirovahiyê û wiha gotin:"Dewleta tirk a dagirker bi komkujiyên ku di derheqê gelan pêk tîne xwe ava dike. Îro dîroka sala 1915’an a di derheqê ermeniyan de xwe dubara dike. Gelê ermen dîsa bûn qurbaniya lihevkirinên dijminên xwînmij."
 
Têkildarî şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de endamên Meclîsa Civaka Ermenî ya Bajarê Hesekê nirxandin kirin. Di nirxandinan hat gotin sîstemên desthilatdar li ser xwîna gelan xwe ava dikin.
 
'Sîstemên desthilatdar li ser xwîna gelan xwe ava dikin'
 
Endama Meclîsa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê Enahîd Qesbiyan da zanîn ku di şerê cîhanê yê yekemîn de bi milyonan gelê Ermen bûn qurbana polotîkayên dewleta tirk û wiha gotina xwe domand:" Dewleta tirk a dagirker di şerê cîhanê yê yekem de polotîkayên qirkirina gelê ermen da meşandin. Îro jî ev polotîka li ser Gelê Kurd, ermen tê meşandin. Armanca dewleta tirk ew e ku desthilatdariya Osmanî zindî bike û xaka mirovan dagir bike. Ji bo wê jî li ser hesabê xwîna gelan, komkujiyên di derheqê wan de pêk tîne û li ser wê xwe ava dike ."
 
'Polîtîkayên li ser Efrîn û Girê Spî li Qerebaxê dewam kirin'
 
Enahîdê bal kişand ser komkujî û dagirkeriya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat û wiha pê de çû: "Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk a dagirker carek din bi hincetên cuda êrîşî Gelê Kurd kir. Îro jî şerê ku Azerbaycan li ser Ermenistanê pêk anî bi destekdayina dewleta tirk bû. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Ermenistan yek polîtîka li ser tê meşandin.  Dewleta tirk çeteyên xwe ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dikşîne Azerbaycanê da ku li dijî Ermeniyan şer bikin û xaka me dagir bikin."
 
'Em ê parastina dîrok û çand xwe bikin'
 
Endama Meclîsa Civaka Ermenî Arşo Berbiryan jî ev tişt got: "Çeteyên dewleta tirk sûcên şer pêk tînin, hemû rêbazên li dijî mirovahî û bêexlaqîyê bi serê gelan didin meşandin.  Ji bo wê gelê Qerebaxê malên xwe şewitandin. Ev yek bi xwe berxwedaneke mezin e ku îro çawa keda salan ên dapîr û bapîrê xwe dişewitînin da ku nekeve destên dijminê mirovahiyê û bi rêbazên ne exlaqî nêzî wan nebin. Li dijî zilmê her cîhan bêdeng e. Ev bêdengî şerm e, heta kengî ?  Em ermenî ne û heta dawî jî em ê parastina dîrok û çand xwe bikin û li berxwe bidin."