Jinên Wanî: Em baweriya xwe bi darazê nînin

  • 09:02 19 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Jinan bal kişandin ser sûcên li dijî jinan tên kirin û bêcahiştina sûcdaran û diyar kirin ku ew baweriya xwe bi darazê nînin û gotin li dijî sûcên li dijî jinê tên kirin divê têkoşîneke civakî bê kirin. 
 
Li welat ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roj jinek ji aliyê mêrekî nêzî wê tê qetilkirin. Sûcên li dijî jinê tên kirin her roj zêde dibin û bersûc jî bi şerdê kontrola edlî serbest tên berdan. Daxistina "halê baş" ji bo wan tê kirin. Ev tişt jî cesaretê didin kesên ku dixwazin tundiyê bikin. Cinayetên jinê dibe sedem ku baweriya ji bo darazê bê şikandin. Jinên Wanî yên me mikrofon dirêjî wan kir dan zanîn ku sûcdar nayên cezakirin û ew ji darazê bawer nakin. 
 
'Nedarizandina bersûcan nîşan dide ku edalet tune ye'
 
Buşra Karataş da zanîn ku bersûcên cinayetên jinan bi rehetî li derve digerin û wiha got:"Ez baweriya xwe bi darazê nînim. Bersûc nayên cezakirin ev jî nîşan dide ku edalet tune ye. Daraz jî pir rehet e. Hinek zagonên jina diparêzin hene lê belê ew zagonana nakevin pratîkê. Pir zêde daketina 'halê baş' tê kirin."
 
'Têgeheke bi navê edaletê tune ye'
 
Gulçin Asioglu da zanîn ku ji ber jinek mêrekî naxwaze tê qetilkirin û wiha got:"Ger kesek we nexwaze divê hûn vê yekê qebûl bikin. Di nava civakê de zext li jinan tên kirin. Mêr hîn zêde diaxivin. Dixwaze ew li pêş bin û bi vê yekê girêdayî êrişkar dibin. Jin jî dengê xwe dernaxin. Lê divê jin bêdeng nemînin û xwe biparêzin. Ez baweriya xwe bi darazê nînim. Têgeheke bi navê edaletê tune ye."
 
'Li Tirkiyeyê edalet tune ye'
 
Esra Asiloglu bi lêv kir ku cinayetên jinan li Tirkiyeyê zêde bûne û wiha gotin:"Divê civak bi hezkirin û baweriyê pêş ve biçe. Li vê civakê mêr wiha nakin, tundiyê dikin. Daraza aliyê neheq danarizîne. Yên mafdar dadirizîne. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Tu carî jî çênebû."
 
'Kesên tundiyê asteng dikin tên cezakirin'
 
Welatiyeke nexwest navê xwe bide wiha got:"Ez li Tirkiyeyê ne di ewlehiyê de me. Li vî welatî cinayetên jinan her tim hene lê belê di demên dawî de hîn zêde bûne. Ez teqez baweriya xwe bi edaletê nînim. Kadir Şeker ji ber ku jineke ji tundiyê parast hat cezakirin. Cezagirtina Kadir Şeker bandorê li ser civakê jî dike. Îro li kuçeyê tundî li min bê kirin kî yê mudaxale bike? Divê bersûc bên cezakirin. "
 
'Divê têkoşîneke civakî bê dayin'
 
Îrem Birlik da zanîn ku bertekên li dijî cinayetên jinan tenê li ser înternetê dimînin û wiha got:"Heger ew ê ji bo jinan tiştek bê kirin divê bi hev re bê kirin. Îro tundî dikare bê serê min an jî hevalên min jî. Zedebûyina cinayetên jinan gelekî ne baş e. Bersûc ceza nagirin. Jin divê piştgiriyê bidin hevdu."