ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 19 Mijdar 2020
  • Rojev
*Zarokên ser axa bajarên xwe bi aramî dijiyan û tenê barê wan ên giran hilgirtine pirtûkên dibistanan bû, îro barê jiyaneke ku li ser wan hatiye ferzkirin hildigirin. Bila hemû zarok tenê xema wan ew be ku dema ji dibistanê vegerin wê çi lîstokan bilîzin. Her mirovek pêwist e ji xwe dest pê bike û dengê van zarokan ji bo cîhaneke ji xemla aştî û azadiyê bilind bike. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jinan bal kişandin ser sûcên li dijî jinan tên kirin û bêcahiştina sûcdaran û diyar kirin ku ew baweriya xwe bi darazê nînin û gotin li dijî sûcên li dijî jinê tên kirin divê têkoşîneke civakî bê kirin. DÎMEN HEYE
 
* Endamên Meclîsa Civaka Ermenî ya bajarê Hesekê dan zanîn ku êrişên Azerbaycanê yên bi destên dewleta tirk tên kirin zirarê dide mirovahiyê û wiha gotin:"Dewleta tirk a dagirker bi komkujiyên ku di derheqê gelan pêk tîne xwe ava dike. Îro dîroka sala 1915’an a di derheqê ermeniyan de xwe dubara dike. Gelê ermen dîsa bûn qurbaniya lihevkirinên dijminên xwînmij." DÎMEN HEYE
 
* Bi hatina baranê re kolanên Nisêbînê di nava heriyê de dimînin. Welatî di derbarê rêyên xirabûyî yên Nisêbînê de gilî dikin û dibêjin bila qayûm karê xwe bike. DÎMEN HEYE
 
*Endama Înşaya Jinwarê Rûmet Heval, diyar kir ku cihê hermel lê hebe şopên mirovên berê lê zindî ne û wiha got:"Yek ji sembolên gundê Jinwarê hermel e. Cihê ku hermel lê hebe jî şopên mirovên berê lê zindî dimîne." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê axivin gotin: “Em ê ne tenê di 25’ê Mijdarê de têbikoşin û em ê her roj li dijî tundî, rejîmên dîktatoryal, zext û tacîzê têbikoşin” BI DÎMEN
 
*Endama Platforma Jinê ya Şahmaranê Gulîzar Îpek da zanîn ku di 10 mehî de 10 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane û got ev mirinên bi vî rengî ne normal in. Gulîzarê banga rêxistinbûyinê ya li dijî mirinên bi guman ên jinan kir. BI DÎMEN
 
* Jinên li Mexmûrê bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û gotin: "Divê tevayî jinên cîhanê li dijî şîdetê bibin yek û xwedî li hev derkevin. Pêwîste jin bi xwe biryara xwe bide û ji bo azadiya xwe di nava berxwedanê de bin." BI DÎMEN 
 
*Dê li Şehbayê têkildarî 25'ê Midjarê de daxuyanî bê dayin. (11.00)
 
*Bi pêşengtiya Kongreya Star wê meş ji aliyê mêran ve li Helebê were lidarxistin. (14.00)
 
*Dê bi munasebeta Roja Mafê Zarokan a Cîhanê li Hesekê şahî bê lidarxistin. (10.00)
 
*Li Kampa Waşokaniyê ew ê gulistana bi navê mihemed û sara bê vekirin. (13.00)
 
*Di derbarê 25'ê Mijdarê de li Qamişloyê ew ê semîner bê lidarxistin. (10.00)
 
*Dê li Qamişloyê  derbarê 25'ê Mijdarê de semîner bê lidarxistin. (14.00)
 
*Ji aliyê Kongreya Star ve belavok ew ê li Helebê were belavkirin û wêne wê li ser dîwaran were xêzkirin. (12.00)