Nûnerên KCD, DBP û HDP'ê ji bo sersaxiyê çûn serdan malbata Ehmet turk
- 17:22 18 Mijdar 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Şandeyek ku ji endam û rêveberên KCK, DBP û HDP'ê pêk dihat ji bo sersaxiyê çûn serdan malbata Ehmet Turk a li gundê Qesra Qenco ê Dêrikê.
Di 16'ê Meha Mijdarê de Ferman Turk (25), Yelda Turk (65) dema ku dihatin cenazeyê Şemsa Turk(85) ji nexweşxaneyê bigirin di rê deqeza kirin û jiyana xwe ji dest dan. Şandeyek ku hevseroka giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û bi dehan parlementer, endam û rêvberên partiyna di nav de ji bo sersaxiya malbata Ehmet Turk çun gundê Qesra Qenco ê li Dêrika Mêrdînê. Ahmet Turk û malbata wî şande pêşwazî kirin.
Li ser navê şandeyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Leyla got ku ji her deverê kurdan êşa we parvekiriye û xemgîniya xwe anî ziman.