'Divê zarok di cîhaneke aram de bijîn'

  • 17:10 18 Mijdar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 20'ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, daxuyanî da.
 
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, bi boneya 20'ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê daxuyanî da. Daxuyaniya ku li pêşiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bi beşdarbûna bi dehan ji endamên navendê,parêzer, endamên sazî û dezgehên sivîl hate dayin, ji aliyê Parêzer Nesrîn Osman ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di van salên dawîn de bi zêdebûna rêjeya tundiya li ser zarokan, rojane zarok tên kuştin.  Êdî zarok bûne qurbaniya şeran. qanûnên navnetewî parastina mafên zarokan nakin û her qanûnên wan bêyî ku bên pêkanîn tenê weke nivîs dimînin. Pêwist e zarok di cîhaneke aram de bijîn û mafên wan neyê binpêkirin. Ev erk jî dikeve ser milê dewletên ku qaşo bi parastina mafên zarokan dikin. Li her derê tundî li zarokan tê kirin, di dibistanan de, li kargehên ku zarokan didin xebitan, di kolalan de û li her deverên ku zarok lê ne tundî tê kiri.  Lê çareseriya vê pirsgirêkê jî nayê dîtin.
 
Em wek Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, banga me ji bo Netewên Yekbûyî(NY) , Xaça Sor û hemû navendên ku parastina mafên zarokan dikin ku bi erka xwe rabin. Bla êdî zarok nebin qurbanê pêkanînên mezinan.”