'Em ê azadiya Gelê Kurd mîsoger bikin'
- 13:39 18 Mijdar 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Dayikên Gêrîla rêzeçalakiyên pêngava xwe ya li dijî êrîşên ku ser qadên parastina medya tên kirin û ji bo têkbirina dagirkeriyê dabûn destpêkirin, dewam dikin.
Dayikên Gêrîla rêzeçalakiyên xwe yê pêngava ku li dijî êrîşên ser qadên parastina medya tên kirin û têkbirina dagirkeriyê dabûn destpêkirin, dewam dikin. Di çalakiya îro de dayikan daxwazên ENKS’ê yên di dan û sitandinên li gel partiyên kurdî de ji bo rakirina sîstema hevserokatiyê û redkirina zimanê kurdî, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li parka Avêsta ya taxa Xerbî li Kantona Qamişloyê hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endamam Meclîsa Malbatên şehîdan Rodîn Îsa ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wek Dayikên Gêrîla pilan û daxwazên ENKS’ê tu carî qebûl nakin. Pilanên wan dikevin xizmeta dewletên navneteweyî û hegemon. Bi van pilanan dixwazin rêxistinên Rojavayê Kurdistan bi temamî binpê bikin. Em wek dayikên Gêrîla çi ji me were xwestin em amade ne. Em mirovên aşîtîxwaz in, em ê li pişta gerîlayên xwe bin heta azadiya her çar parçeyên Kurdistanê. Em ê azadiya Gelê Kurd ê bindest mîsoger bikin. Em soz didin wek dayikên gerîla her roj em ê di nava çalakiyan de bin heta ku em hemû gelê xwe rizgar û azad bikin. Xeta azadiya Rêber Apo û nirxên pakrewanan em ê biparêzin.”
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.