Li Mexmûrê li ser 25'ê Mijdarê semîner hat dayîn

  • 10:28 18 Mijdar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem( Cûdî) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser  Jinê semînerek hat lidarxistin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ( mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li lokala Mamostayan têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê, ji bo xwendevanên keç yên dibistana Amedeyî semînerek hat lidarxistin.
Semîner bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdan dest pê kir û semîner ji aliyê  Endama koordinasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayin. 
 
'Em Serî natewînin'
 
Endama Koordînasyona Meclisa  Îştar Fadile Tok bali kişnad ser dîroka 25'ê Mijdarê û wiha got:”Sîddeta li ser jinê ji dirokê heTa roja me ya îro berdewam kiriye û nehatiye guhertin. Li hember şîdeta li ser  jinê tekoşîn û berxwedana me wê berdewam bike û em ê hertîm li ber xwe bidin. Di sala 1999’an de piştî  têkoşîna 3 Xuşkên Mîrabal ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY)  ve roja 25’ê mîjdarê wekî Roja Tekoşîna li Hemberî Şîdeta li ser jinê hatiye îlankirin. Têkoşîna hersê xuşkan a li hemberî hovîtiyê herdem wê berdewam bike.  Di dîroka Kurdistanê de jî heta îro li beranberî vê zîhniyeta qirker tucaran me serî netewandiyê û hertim tekoşina me wê bidome. Jin xwezayê temsil dike û divê jin neyê kuştin.”
 
‘Îro zanista jinê Jineolojî buye minak’
 
Fadile Tok di dawiya axaftina xwe de behsa kesayeta jina azad kir û got:” Em ji xwendevanên xwe re serkeftinê dixwazin.  Em bi dirûşma jin jiyane û jiyanê nekujin derketin rê. Wê hertim bi fikrên Rêber Apo,fikrên Sarayan,Arinan, Barînan,Delalan têkoşîna me mezin bibe, rêya we ronî bibe û em ê bibin xwediyê xelata herî mezin. Îro jinolojî ya ku zanista jinê ye di cihanê de buye minak.  Ji ber wê yekê divê lêhorbun û lêgerinên we kûr bin bin. Serkeftin ya Gelê Kurd e.”