ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 18 Mijdar 2020
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê, Intîsar Hemadî bi lêv kir ku yekîtiya Gelê Kurd çeka herî xurt e û wiha got:"Îro ji bo parastina nirxê şoreşê pêwist e kurd bibin yek û pilanên dijmin ên şerê birakujiyê têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka MEBYA-DER’ê Netîce Kalkan, diyar kir ku MEBYA-DER tê wateya xwedî derketina li nirxan û got: "Komeleya me dê ligel hemû astengiyan dê li cem malbatan be û xwedî li nirxên xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Xedîca Hisên a ji Gundê Um Işbayê yê li Rojhilatê navçeya Zirganê ye armancên êrîşên dewleta tirk û komê girêdayî wê yên li ser herêmê nirxand. Xedîcayê da zanîn ku ancax bi yekîtiyê dagirkerî têk biçe û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hilweşandina projeya Netewa Demokratîk û rêxistina jinê dike armanc. Li dijî vê yekê têkoşîneke hevpar a Gelê Kurd pêwist e." DÎMEN HEYE
 
*Rêxistinên Jinan a Enqereyê, diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û gotin: "Ji bo xweparastinê pêş bixin divê em hêza xwe bikin yek û dakevin qadan." BI DÎMEN 
 
*Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê xebatên xwe yên 25'e Mijdarê didomînin. Aktîvîsta TJA'yê Gurbet Dogan diyar kir ku hewl didin xwe bighînin gelek jinan. BI DÎMEN 
 
*Gulan Elma bi malbata xwe re li Licê hat girtin û heyeta dadgehê derbarê wê de cezayê muebet a girankirî jê re xwest, Gulan li dijî îdiayan derket û diyar kir ku di dema xendekan de li derveyî bajêr bûye.
 
*Li Şehbayê ew ê li ser tundiya li ser jinê komcivîn bê lidarxistin. (11.00)
 
*Li Hesekê û Qamişloyê Dayikên Gerîla ew ê daxuyaniyê bidin. (10.00)
 
*Têkildarî Roja Mafê Zarokan ew ê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê li Qamişloyê daxuyaniyê bide. (13.00)