Malbatan cenazeyên zarokên xwe girtin

  • 17:00 17 Mijdar 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Nasnameya du jê jin 3 HPG'yiyên di pevçûna Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû. Du cenaze ji aliyê malbatên wan hatin teslîmgirtin lê belê cenazeyê Dîlan Koçer ji ber ku malbata wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye loma wê li goristana bêkesan bê definkirin. 
 
Li Zozanê Beytanê yê Colemêrgê di 15'ê Îlonê de pevçûnê rû da û du jê jin 3 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 3 HPG'yiyan 3 meh in li morga Tipa Edlî dihat sekinandin. Mehek berî malbatên ku mînaka DNA'yê dabûn li ser encam diyar bû şûn de çûn Colemêrgê. 
 
Cenazeyê Leyla Acar (Eylem Rojen) li Wanê, yê Hamit Kartal (Numan Amed) li Amedê ew ê bên definkirin. 
 
Dîlan Koçer (Foza Badir) jî ji ber ku malbata wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye loma wê li goristana bêkesan bê definkirin. 
 
Her wiha hat gotin 4 roj berê yek jê jin 2 HPG'yiyên jiyana xwe ji dest dabûn û hatibûn definkirin cenazeyên wan anîne morga Tipa Edlî.