Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin

  • 14:29 17 Mijdar 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Meclisa JInan a Dêrsimê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de kartên piştevaniyê ji jinên girtî re şandin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dersimê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin. Jinên ku li avahiya partiyê kom bûn, li ser kartan hestên xwe nivîsandin û dûre çûn PTT’ê. Jinan kartên ji bo siyasetmedarên jin amadekiribûn bi rêya postayê şandin.