'Ji bo îradeya civakê teslîm bigirin êrişê jinê dikin'

  • 09:08 17 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojarya Royem
 
MEXMÛR - Hevseroka Meclîsa Dîwana Gel a Mexmûrê Evîn Tayboga, destnîşan kir ku dema serdest bixwazin îradeya civakê teslîm bigirin di serî de êrişê jinan dikin û got: "Êrişên pergala serdest a mêr her diçe dijwartir bibe, ji ber vê yekê pêwîste di serî de jinên kurd û tevahî jinên cîhanê têkoşîn û berxwedana xwe bi hêztir bike. Pêwîste ev têkoşîn û berxwedan di her qadê jiyanê de bi her awayî pêş bikeve."
 
Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê li tevahiya cîhanê çalakî û bername tên lidarxistin. Jinan li her qada jiyanê li dijî her cûreyên şîdetê li ber xwe didin û hewl didin ku têkoşînekê hevpar bidin meşandin. Bi taybetî jî jinên kurd her tim her çar parçeyên Kurdistanê li dijî zîhniyeta serdest a mêr di nava têkoşînê de bûn. Bi sazî, dezgeh, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî, jinên kurd hewl didin li dijî hedef girtina hemû destkeftiyên kurdan berxwedaneke yekpare bidin. Derbarê mijarê de hevseroka Meclîsa Dîwana Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Evîn Tayboga ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê. 
 
Evîn, destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala baviksalariyê û got: "Desthilatdar ji bo ku desthilatdariya xwe bi domînin, civakê tunebikin, civakê ji xwe ve girêbide di her aliyan de êrişê jin, zarok û civakê dike. Ligel ewqasî êrişan jî ya ku li hember pergala baviksalarî li ber xwe bide, têkoşînê dide meşandin jî jin bi xwe ye. Di dîrokê de heya roja me ya îro jî jin bi tu awayî pergala baviksalarî ne pejirandiye, her tim li hember vê yeke serî rakiriye. Pergala baviksalarî her tim şêwazên êrişên xwe yên li hember jin diguherîne. Carna bi fizikî, carna derûnî, carna jî bi rêya ol û bawerî, carna jî di hêla îradî de êrişên xwe pêktîne." 
 
'Tu carî serî netewandin'
 
Evîn, da zanîn ku pergala serdest di şexsê jin ê de êrişê civakê dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jin bi berxwedaniya xwe tu carî serî li hember vê yeke ne tawandiye. Di sedsala 21'an de di tevahî jinên cîhanê de pêhesek pêşketiye. Di dîrokê de gelek jinên berxwedêr yên li hember pergala baviksalarî şer kirine derketine. Lê di ev qirna ku em tê de dijîn êdî jin bi her awayî xwe rêxistin dike û bi her awayî şêwazên xwe yên parastinê pêşdixe. Êdî jin bûye xwedî mîsyonek û xwedî hêza çêker ya guhertinê. Di hêla hişmendiyê de jî jin gelek guhertinan pêş xistiye. Êdî jin gihiştiye astekê wisa ku hem di hêla fikrî de hem jî di hêla leşkerî de şer dike."
 
'Jinên kurd esas tên girtin' 
 
Evîn di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinên kurd û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Berxwedana li rojavayê Kurdistanê, li Kobanê hat meşandin jina kurd pêşengtiya vê yekê kir. Di encamên gelek bedelên giranbiha de jinên kurd bû îrade û hêviya tevahî jinên cîhanê. Jinên kurd êdî li hember pergala baviksalarî bûye xwedî vînek bi hêz. Îro gelek jinên ji netewên cûda ji xwe re tevgera jinên kurd esas digre û gelek ji wan jî cihê xwe di nava tevgera jina kurd de digre. Ji ber di tevgera azadiya jina kurd de îradeyek azad dibîne. Fikrek bi hêz ya ku li hember pergala baviksalarî radibe dibîne. Di roja me ya îro de yên ku herê zêde bikare li hember pergala desthilatdariya rabe, êdî serî li hember vê hişmendiyê netewîne jina kurd e û jinên Rojhilata Navîn ne."
 
'Di serî de êrişê jinan dikin' 
 
Evîn Tayboga, daxuyand ku di civakê de yên ku herê zêde bi şîdet, tacîz û tecawîzê re rûbirû dimîne jin e û wiha bi lêv kir: "Heke bixwazin îradeya civakê teslîm bigirin yekser êrişê jin ê dikin. Yê ku zarokan xwedî dike, perwerde dike, bi vê yekê civakê jî perwerde dike dayik  ango jin e. Her wiha malbat kakilê civakê yê û dema malbat bê teslîmgirt ji xwe ew civak têk diçe. Jinek gava pergala baviksalariyê nepejirîne, li hember wê serî rake dê bi zanabûn êdî zarokên xwe mezin bike û perwerde bike. Ji ber vê yekê ye ku jin ewqas bi êrişan re rûbirû dimîne."
 
'Li hemberî kesên ku li ber xwe didin êrîş pêk tê'
 
Evîn mijara zêdebûna kuştina jinan a li Rojhilata Navîn wiha şîrove kir: "Yên ku herî zêde bi azadiya xwe ve girêdayî ye, nirxê xwe yê mirovahiyê ve girêdayî ye jin bi xwe ye. Gava dewlet û pergala baviksalarî êrişê jinê dike di hêla derûnî û fîzîkî ve êrîş dike. Civaka ku herê zêde êriş li ser tê kirin, bi qirkirinê re derbas dibe, civakên ku koletiyê qebûl nakin, heq û azadiya xwe ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê ye ku jin herê zêde bi qirkirinê re rûbirû dimîne. Ji ber pergala heyî qebûl nake û li dijî wê radibe. Di Rojhilata Navîn de herê zêde jin tê qetilkirin û bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî li ser jina kurd ev zêdetire, ji ber wê jî divê herî zêde jinên kurd li ber xwe dide. Ger ku cihekê lêgerîna azadiyê hebe ew dem li wir koletî û pergala koledarî heye û mirov tên kolekirin. Kes, civak û tevgerên ku li hember pergala baviksalarî radibe, têkoşînê dimeşîne tên kuştin. 
 
'Li dijî pergala serdest serî rakirin'
 
Evîn, mijara têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî pergalê wiha anî ziman: "Ji dîrokê heya îro gelek tevger, sazî û dezgehên jin ji bo mafê jinan derketine holê û li hemberê dewletê, pergala wê serî rakirine, têkoşîn dane meşandin. Lê di rastiya xwe de îro Tevgera Azadiya Jina Kurd bi aqlekê hevpar ji bo tevahî jinên cîhanê têkoşîn û berxwedanê dimeşîne jina kurd e. Tevgera Azadiya Jina Kurd ne tenê parazvanê jina kurd e, parazvanê tevahî jinên cîhanê ye. Ew dem tê wê wateyê ku parazvanên tevahî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ye ku Tevgera Azadiya Jina Kurd ji hêla desthilatdaran ve hedef tê girtin." 
 
'Dixwazin civakê bê pêşeng bihêlin'
 
Evîn Tayboga, bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiya Jina Kurd û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di dîroka desthilatdariya de ji bo ku civakê qirbike yekser êrişê rêberê wan civakan dike. Gava ew civak bê pêşeng û rêber bimînin ji bo desthilatdaran perçekirin û rêvebirina wan civakan hesantir dibe. Ji ber vê yekê êrişên xwe yên qirêj li ser Tevgera Azadiya Jina Kurd dimeşînin. Lê Tevgera Azadiya Jina Kurd xwedî birdozî, paradîgma, hêz û vînek wisane ku wê desthilatdarî tu carî nikare Tevgera azadiya Jina Kurd. Tevgera Azadiya Jina Kurd ne tevgerek wisane ku serî li hember dagirkerî, pergal û hişmendiya bavîksalarî bitewîne."
 
'Jin dê nirxên xwe biparêz e'
 
Evîn, diyar kir ku divê jin bêtir têkoşîna xwe mezin bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pergala baviksalarî Tevgera Azadiya Jina Kurd ji bo xwe weke kelemek dibîne ji ber vê yekê êriş dike. Bi saya tevgerê nirxên jin ê tê parastin û bi dehan nirxên giranbiha jî bidest xistine. Îro jin dikare nirxê xwe yên berê bi parêze. Îro jin bi fikr, ramanê xwe di nava çêkerê cîhanî de bi lêv bike. Îro jin hêza xwe ya leşkerî li hember pergal û artêşa baviksalarî daye avakirin, êdî jin gihiştiye wê astê ku hêza xwe ya civakî û siyasî jî bide avakirin. Ji îro pêde dê êrişên pergalê hîn zêdetir dijwartir bibe, ji ber vê yekê pêwîste di serî de jinên kurd û tevahî jinên cîhanê jî têkoşîn û berxwedana xwe bi hêztir bi domîne. Pêwîste ev têkoşîn û berxwedan di her qadê jiyanê de bi her awayî pêş bikeve."