Fewziya Ebdî: Divê em pergala hevserokatiyê bi hêztir bikin

  • 09:01 17 Mijdar 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî têkildarî daxwaza ENKS'ê ya rakirina pergala hevserokatiyê nirxandin kir. Fewziyayê da zanîn ku pergala hevserokatiyê xaleke sereke ye û wiha got: "Hevserokatî xaleke bingehîn a pergala Rêveberiya Xweser e. Divê em pergala hevserokatiyê bi hêztir bikin û li dijî daxwazên pergala hevserokatiyê dikin hedef, têbikoşin." 
 
Di çarçoveya danûstanên di navbera aliyên kurd ên ji bo yekrêziya kurdan a li Rojavayê Kurdistanê de, Encûmena Niştîmaniya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) daxwaza rakirina pergala hevseroketiyê û meteryalên bi Zimanê Kurdî kir. Têkildarî mijarê Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê, Fewziya Ebdî nirxandin kir.
 
'Pergala hevserokatiyê rengê xebatê guhert'
 
Fewziyayê di destpêkê de behsa pergala hevserokatiyê kir û wiha dewam kir: "Bi piratîkbûyîna pergala hevserokatiyê re rengên xebatê hatin guhertin. Li şûna nêrîna tenê mêr pêş bikeve, nêrîn û biryarên hevbeş ên ji aliyê herdu zayendan ve tên girtin û kar tê birêvebirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya pergala hevseroketiyê hat naskirin. Di destpêkê de hevserokatî  tenê di encumenên sereke de dihat meşandin, lê bi demê re êdî li hemû sazî, deste û bîroyên pergala Rêveberiya Xweser hat pêşxistin. Bi vî rengî êdî pergala hevserokatiyê cihê xwe di nava civakê de girt. Dema mirov bêje ev jin e û ev mêr e, ango tenê zayendek kar û xebatan bi rê ve bibe, ew civak perçe dibe. Lê bi hevserokatiyê re hebûna herdu zayendan derdikeve pêş."
 
'Hevserokatî xaleke sereke ye'
 
Fewziyayê bal kişand ser avabûna Rêveberiya Xweser a li Herêmên rizgarkirî û wiha pê de çû: "Di destpêkê de ev pergal li Kantona Efrîna hatiye dagirkirin, Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê hat rûniştandin. Piştre bi rizgarkirina Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê ya ji aliyê Hêzên QSD’ê ve, pergala Rêveberiya Xweser li wan herêman  jî hat avakirin û yekser hevserokatî ket piratîkê. Mirov dikare bêje hevserokatî bi avakirina Rêveberiya Xweser re dest pê kir. Ev pergala nû bandoreke erênî û mezin di hişmendiya civakê de da çêkirin ku mirov berê xwe bide kîjan erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev pergal hatiye pejirandin. Her wiha di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de hevserokatî xaleke sereke ye û divê were pêkanîn."
 
'Jin di hemû qadan de bûn xwedî nêrîn û biryar'
 
Fewziyayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser beşdarbûna jinê ya di nava pergala hevserokatiyê de û wiha dom kir: "Ev pergal bûye modeleke ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê hatine naskirin. Ji ber ku cîhan tevahî fêrî yekserok, yekrêveber bûne, ji bo wê pergala me ji wan re biyanî tê. Loma gelek lêkolîner derbasî herêmên me bûn û li ser Rêveberiya Xweser û Hevserokatiyê lêkolîn kirin. Ev pergal xizmeta tevahî civakê dike û herî zêde jî sûd da jinan. Ji bo jinan derfeteke pir girîng û pîroz bû. Êdî jinê di desteyên herî biçûk di Rêveberiya Xweser de cih girtin û bûn xwedî roleke çalak û berbiçav. Jin di qadên leşkerî, siyasî, aborî, rêveberî, rêxistinî û tendirustiyê de hevserokatiyê dikin. Bi giştî hevserokatî bûye yek ji xalên  bingehîn ên pergala Rêveberiya Xweser."
 
'Hevserokatî derfeta herî mezin a ji bo tevahî jinan bû'
 
Fewziyayê diyar kir ku pergala hevserokatiyê bi hêsanî nehat avakirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema mirov li pergalên hawîrdor binêre, heta ku jineke bikaribe cihê xwe di biryargehan de bigire bi salan têdikoşe. Lê li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên ku ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin hevserokatî derfeta herî mezin a ji bo tevahî jinan bû. Helbet wê kêmasî jî derkevin ji ber ku jinên herêma me rêveberî, siyaset û hevserokatî nekiribûn, lê ya girîng ew e ku ev pergal ji aliyê civakê ve hatiye pejirandin û qebûlkirin. Ev hem tê wateya ku ev pergal li cihê xwe rûniştiye û bûye perçeyek ji jiyana Rêveberiya Xweser ya rojane. Jinan xwe di nava vê pergalê de anîn ziman, kesayeta xwe ava kirin û gihîştin mafê xwe yê rêveberî û kirina siyasetê. Bê guman ev asta ku em di roja îro de gihîştinê bi hêsanî çênebû. Me têkoşîn kir, ked da û xebateke demdirêj da meşandin. Loma em îro di bin sîwana vê pergala serkeftî de dijîn."
 
'Pergala hevserokatiyê rêya xebatê li pêşiya jinan vekir'
 
Fewziyayê da zanîn ku pergala hevserokatiyê rê li ber xebatan vekiriye û ev tişt got: "Temenê pergala hevserokatiyê ne dirêj e, lê belê hatiye rûniştandin û rêya xebatê li pêşiya bi hezaran jinan vekiriye. Ji ber vê ne pêkane ku jin qebûl bikin ku ev pergal bê bidawîkirin. Heger em ji ewqas mirovan re bêjin ev pergala bi dawî bû, wê ewqas kes bê hêvî bimînin. Heger ENKS divê ev pergal were rakirin, em jî dibêjin ka alternatîfa we çi ye? Em ê çi pergalê li şûna wê ava bikin? Gelo tu pergalên we yên ku mafê jinan bidê hene? Pergala me berê xwedî ast e û cihê xwe girtiye, çima ez ê vê pergalê xirab bikim û li şûna wê pergaleke nû ava bikim. Heger pergaleke nû hat avakirin jî gelo wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê razî bike. Heger pergaleke baştir heye û mafên me ji pergala hevserokatiyê zêde dide me em ê wê demê qebûl bikin. Lê dema ku li şûna rakirina pergalekê alternatîfeke baştir tune be, ev yek nayê qebûl kirin." 
 
'Divê em pergala hevserokatiyê bi hêztir bikin'
 
Fewziyayê wiha bi dawî kir: "Weke jinên kurd me pêşengtiya pergala hevserokatiyê kir û em ê têkoşîna xwe ya ji bo vê pergalê bidomînin.
Li hember herêmên me teror û gef bi dawî nebûne, loma li şûna ku em yekrêziya kurdan bi rengekî lez çêkin, em hîna bi pirsgirêkên biçûk re mijûl dibin. Divê li şûna ku em pergala xwe ji bingeh de hilweşînin, em bi hêztir û baştir bikim. Her wiha heta ku em pergaleke nû bidin avakirin demeke dirêj ji me re pêwîst e, ne diyar e ka ew pergal jî çareserî ye yan na. Ji ber vê divê em bifikirin û ji bo bihêzkirina pergala hevserokatiyê pêşniyaran bikin, da ku em baştir bikin û bi ser bixin. Rakirina vê pergalê nayê qebûlkirin."