Daxwazên wepêşandanên Şengalê hat qebûlkirin

  • 08:46 17 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Şeniyên Şengalê duh ji bo cenazeyê xwe bigirin û her wiha kesên ku hatine binçavkirin serbest bê berdan meşeke girseyî li dar xistin. Piştî meşe çalakiya rûniştinê lidarxistin. Piştî hevdîtina bi rayedaran re hat kirin hat diyar kirin ku dê îro cenaze bê dayîn û kesên ku hatine binçavkirin dê serbest bên berdan. 
 
Şêniyên Şengalê li dijî hevpeymana di navbera Bexda û Hewlêrê û her wiha êrişên di 9'ê mijdarê de pêk hatî şermezar bikin duh meşeke girseyî li dar xistin. Meş li ber Şaredariya Gel a Şengalê dest pê kir û heta li ber Asayîşa Giştî ya Musilê dom kir. Li vir girse ji bo daxwez bên qebûlkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Di nava girseyê de şandeyek bi rayedarên ewlekariyê yên Iraqê re axivîn û daxwazên xwe ya dayîna cenaze û serbestberdana girtiyan anîn ziman. Piştî hevdîtinê Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm daxuyaniyek da û diyar kir ku rayedarên ewlekariyê daxwazên wan guhdar kirine û soz dane ku dê îro heta êvarê cenaze dê radestî malbatan bikin û kesên ku hatine binçavkirin dê serbest berdin.
 
Piştî daxuyaniyê xwepêşandan hat bidawîkirin.