TJA'yê ji bo jinên girtî qert şand

  • 14:04 16 Mijdar 2020
  • Rojane
ÊLIH - TJA'yê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji bo jinên di girtîgehan de qert şand. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de ji bo jinên di girtîgehan de qert şand. 
 
Jinan li dû qertan peyamên piştevaniyê nivîsandin û ji PTT'yê şandin jinên di girtîgehên cuda de. 
 
Jinan dema qert şandin dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.