Meclîsa Îştar starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da

  • 12:45 16 Mijdar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê starta çalakîyên xwe yên 25’ê Mijdarê da.
 
Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê  starta çalakiyên ku wê li dar bixin da.  Di derbarê rêzeçalakiyên ku wê bên lidarxistin de Endama Komîteya Çalakiyan a Meclîsa Îştar Gurbet Îzer axivî.
 
Gurbet Îzer bal kişand ser çalakiyên ku wê bên lidarxistin û diyar kir ku wan weke Meclîsa Îştar ev demek bû ji bo 25’ê Mijdarê amadekarî dikirin û bernameyek derxistine.
 
Bernameya Meclisa Îştar wiha ye: 
 
*"Di 17’ê Mijdarê de ji bo jinên ciwan li ser giringiya 25’ê Mijdarê semîner wê were dayîn.
 
*Di 20'ê Mijdarê de bi pêşengiya Meclîsa Îştar û saziya ciwanan wê komcivînek were li darxistan û wê mêhvan jî ji der ve bejdar bibin.
 
*Di 25’ê Mijdarê de wê di nava wargehê de hemû jin û jinên ciwan bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi lêdana erbaneyan   meşek girseyî were lidarxistin û tevahî jinên wargehê wê beşdar bin. Di heman rojê de wê ji bo tevahî jinên ciwan yên wargehê li ser xweparastina jinê seminerek were lidarxistin."