TJK-E'yê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da

  • 12:44 16 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir, ku wê bi kampanya xwe ya bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' hesab ji Erdogan bipirsin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya jinan e.
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û ragihand ku ji 25'ê Mijdara 2020'î û pê ve dest bi kampanyayekê dikin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi hevsengiya ekolojîk; li dijî sîstema mêtinger a kapîtalîst zayendîperest ji Kurdistanê heta Şîlî, ji Polonya heta Sûdanê, ji Îranê heta Emerîkayê, ji Hindistanê heta Ewropayê û Tirkiyeyê li her devera cîhanê li dijî zordarî, destavêtin, destdirêjî, qirkirina jinê û tunehesibandinê, bi rengekî bênavber li ber xwe didin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de hovîtiya DAÎŞ'ê, qirkirina jinê, revandin, firotin, kolekirin, êşkence, destavêtina li jinê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriye, Şengal û Rojava, sûcê herî mezin ê hikumeta Tirk û piştevanên wê ne ku di sedsala 21'ê de di şexsê jinê de li dijî mirovahiyê kirine."
 
TJK-E'yê destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên li dijî jinan, hikumeta Erdogan e ku dewletê bi rê ve dibe.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê, tundî li jinan tê kirin, dest diavêjin jinan û jin tên kuştin. Li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Sûr, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Kobanê, Mexmûr, Şengalê, li gundên Başûrê Kurdistanê êrişî jinan, zarokan û malbatan dikin, bi rengekî bêdaraz dikujin. Piraniya van komkujiyan jî bi êrişên balafirên bêmirov ên bi çek tên kirin. Tundiya polîsan, êşkence, destavêtin, gefa kuştinê û revandina di dema destgîrkirina jinan de, nîşan didin ku li dijî jinan polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Bi deh hezaran jin ji ber fikrê xwe hatine girtin. Li gel rexnekirina van sûcan, dem hatiye ku hesab ji parêzvanên vê rejîma faşîst bê pirsîn."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, li dijî qirkirina jinê ya li welatê xwe, me heta niha gelek kampanya, çalakî li dar xistin, li ber xwe dan. Îro jî bi rêya kampanya xwe ya bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' em ê hesab ji Erdogan bipirsin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya jinan e. Bêguman di nava 18 salên desthilatdariya Erdogan de ne 100 lê belê bi sedan sûc hatin kirin û hîn jî tên kirin. Lê belê em ê bi rêya bûyerên sereke yên ku kete hişê mirovahiyê hesab ji berpirsyarê sereke bipirsin, ku heta ev hesab neyê pirsîn wê wijdan rehet nebin. Her wiha em ê ji saziyên navneteweyî bi taybetî jî ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin ku femînîcîd weke qirkirinê bê naskirin."
 
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
 
"Neteweyên Yekbûyî heta niha ya jê dihate xwestin bi cih neanî, ku vê yekê cesaret da dîktatorên mîna Erdogan ku nûnertiyê ji zîhniyeta serdestiya mêr re dike. Bi hezaran jin ji ber vê yekê hatin kuştin. Bi rêya vê kampanyayê em dixwazin ku balê bikişînin ser polîtîkayên AKP'ê yên ji bo qirkirina jinê. Em dixwazin bi rêya vê kampanyayê bibin dengê jinan hemûyan û sûcên hatine kirin ji cîhanê re ragihînin. Bi rêya vê kampanyayê em dixwazin pêşî li tundiya li jinê ya li Tirkiyeyê bigirin ku her roj herî kêm jinek ji aliyê mêr ve tên kuştin û tundiya li jinê di asta qirkirinê de tê kirin. Bi vê kampanyayê em dixwazin ku AKP bê darizandin û edalet bi cih bê anîn. Bi rêya vê kampanyayê em dixwazin ku mijara qirkirina jinê di asta navneteweyî de weke sûcekî li dijî mirovahiyê bi awayekî fermî bê naskirin.
 
Kampanya me ya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' wê di 25'ê Mijdara 2020'î de dest pê bike û di qonaxa destpêkê de ku wê heta 8'ê Adara 2021'ê bidome, em ê her roj bêjin ku sedemeke me ya nû heye û çîrokên jinên hatine kuştin bi we re parve bikin. Li dijî dîktatorê ku her roj komkujiyekê dike, em ê bibin dengê jinên hatine kuştin. Ji bo ji nava rûpelên dîrokê neçin, ji bo ji bîra mirovahiyê neçin. Di çarçoveya kampanyayê de li gel karê civakî, polîtîk, hiqûqî û çalakiyan ên ji bo darizandina dîktator, li hemberî komkujiyên ku bi fermana dîktator û bi destê çeteyên wan, hêzên hiqûqî, leşkerî û polîsan ên dîktatoriyê hatine kirin, em ê 100 hezar îmzeyan bidin hev. Her karekî ku di çarçoveya kampanyayê de bê kirin, her îmzeya ku bê komkirin, wê dîktator hîn bêhtir nêzî darizandinê bike. Her çalakiya ku em ê li dar bixin, her dengê ku bê bilindkirin wê jiyanê hîn bêhtir li dîktator-dîktatoran teng bike."
 
Em; TJK-E 25'ê Mijdara 2020'an bi şiyara 'Li dijî qirkirina jinê, parastina civaka azad' pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em ê li her qada ku lê birêxistin in çalakiyan li dar bixin.
 
Belê, em; jin li dijî qirkirina jinê, civaka azad û jin a azad diparêzin. Ji ber ku qirkirina jinê hîn weke sûcekî li dijî mirovahiyê nayê dîtin, dewlet û dîktatorên ku bi polîtîkayên qirkirina jinê li ser piyan dimînin, ji darizandina ji ber vî sûcî natirsin. Heta ku qirkirina jinê weke sûcekî li dijî mirovahiyê neyê naskirin, li dijî polîtîkayên qirkirina civakê wê têkoşîneke pêbawer û encamgir neyê meşandin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiyên me yên 25'ê Mijdarê bibin û bi xurtî beşdarî kampanya me ya bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' bibin."