Listika Şano 'Bêdeng' dê sê rojan li Şehbayê bê pêşkêşkirin

  • 09:08 16 Mijdar 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Rêvebera Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê Sozdar Omer balkişand ser amadekariyên xwe yên ji bo 25'ê  Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û wiha got: "Bi hatina roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dê lîstika şano ya bi navê 'Bêdeng' sê rojan li Şehbayê bê pêşkêş kirin."
 
Bi hatina  25'ê Mijdarê Roja  Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê gelek sazî û dezgehên jinan ên li herêma Efrînê amadekariyên çalakiyên xwe ku bi mijarên reng bi reng dan destpêkirin dikin. Ji wan saziyan yek jê jî Tevgera Çandê ya Jinên Kevena Zêrîn a herêma Efrînê ya ku lîstika şano ya bi navê 'Bêdeng' ku dê sê rojan li Şehbayê bê pêşkêşkirin amadekariyan dikin. Têkildarî vê mijarê Rêveberiya Kevena Zêrîn a herêma Efrînê Sozdar Omer bi Ajansa me re axivî.
 
'Armanca me ku em tundiya li ser jinê derxînin holê'
 
Sozdar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya şanoya ku amadekirine û wiha domand: "Lîstika ku em amade dikin navê wê 'Bêdeng' e. Mijara lîstika me derbarê tundiya ku li ser jinan tê meşandin e. Ev tundî di serî de wekî fikir hate destpêkirin, paşê her pergalek bi rêbazek di nava civakê de tundî weke penceşêrê belav kirin. Her wiha ev tundî jinê wiha kiriye ku di çerçoveya şermê de nema dikare dengê xwe bike. Armanca me ji vê şanoyê ew e ku tundiya pergal li ser jinê dide meşandin em derxînin holê û hebûna jinê bi civakê bidin nasîn."
 
'Heftiyeke me dest bi amadekariya lîstikê kiriye'
 
Sozdar di dewama axaftina xwe de diyar kir ku provayên wan ên lîstika şanoyê ev heftiyekê destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev heftiyeke me dest bi amadekarî û provayên lîstikê kiriye. Her wiha divê lîstikê de hem jin hem jî mêr cihê xwe digirin. Hebûna mêran di vê lîstikê de danasîna rêbazên meşandina tundiya li ser jinê ye. Ruxmê derfetên kêm em ê rojên wiha pêşwazî bikin û tundiya ku li ser jinê tê meşandin red bikin." 
 
'Şanoya me wê 20'ê Mijdarê dest pê bike'
 
Sozdar herî dawî diyar kir ku wê lîstika wan sê rojan bidome û wiha bi dawî kir: "Lîstika me ya şanoyê ya bi navê 'Bêdeng'dê 20'ê Mijdarê dest pê bike û 22'yê Mijdarê bi dawî bibe. Lîstika me wê li Şehbayê li sê cihan were pêşkêşkirin. Bi hêviya ku her jinek hebûna xwe û zihniyeta zilam a serdest têde bibîne."