‘Heta cenazeyê xwişka xwe bigirim ez ê têkoşînê bidim’

  • 09:05 16 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Malbata Ayşe Bayram a HPG'yî ku li Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da 55 roj e ji bo ku cenazeyê wê bigire têkoşînê dide. Xuşka Ayşeyê Miyaser Bayram diyar kir ku xuşka wê li hember dijmin serî netewandiye û got ku ji bo cenazeyê xuşka xwe bigire dê heta dawî têkoşîna xwe bidomîne. 
 
Li Şirnexê, ji cenazeyên 8 HPG’yîyên ku di dîrokên cuda de di pevçûnên li çiyayên Gabar û Cûdî û herema Bestayê jiyana xwe ji dest dan yê Emîne Başkan piştî 37 rojan dabûn malbata wê.  Yê 7 HPG'iyên din 55 roje ku bihinceta testa DNA'yê aşkera nebûye nadin malbatên wan. Yek ji wan cenazeyan jî yê Ayşe Bayram a HPG’yî ye ku hê jî nedane malbata wê. Xwişka Ayşe Miyasser,  bertek nîşanî nedayîna cenazeyan da û got: “Bi derûniya me dilîzin û bi vî awayî me îşkence dikin. Bila cenazeyên me bidin me.”
 
Miyaserê wiha qala xuşka xwe kir: “Ayşe 2014’an de dema berxwedana Kobanê de tevlî nava têkoşînê bibû. Piştre êdî me qet jê agahî negirt. Di sala  2019’an de me  ji dîmenan temaşe kir ku li herêma Elkê şehîd bûye. Çawa ku em bi şehadeta wê hesiyan, em çûn  me serî li Dozgeriyê da ku em testa DNA’ê yê bidin û cenazeyê xuşka min bigirin.  Lê gotin me 3 roj berê cenaze defin kiriye. Me wêneyê xwestin gotin cenaze nayên naskirin.  Lê me qebûl nekir û em şandin Elkê.”
 
‘Heqaret li me kirin û gef xwarin’
 
Miyaser axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me li Elkê dîsa serî li Dozgeriyê da. Ji me navê xwişka min pirsîn. Min got Ayşe Bayram e. Li wir polîsek jî hebû, dema ku min navê xwişka xwe got, wî serê xwe hejand û got “ Dİ nava wan de Ayşe Bayram jî hebû” Piştre hinek me da sekinandin û çû ba Dozger.  Piştre bi dozgeriya Pasûrê Re ketin pêwendiyê û ji me re gotin, Ayşe Bayram li vir nîne. Her wiha heqaret li me kirin û gef jî xwarin.”
 
‘Heta ku cenaze bigirim ezê têkoşîna xwe bidomînim’
 
Miyaserê got ku wan çend caran serî li Dozgeriyê dane lê tu encam bi dest nexistine û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ji bo teşhis kirina cinazeyê gotin divê dê an jî bav DNA’ê bidin. Lê 25 sal berê dê û bavê me jiyana xwe jidest dane û DNA ji me jî nagirin. Herî dawî gotin, 'wê demê gorên dê û bavê xwe vekin'. Nêzikatiyek wisa qirêj nayê qebûlkirin. Bi derûniya me dilîzin û bi vî awayî li me îşkence dikin. Bila mînakên DNA’yê ji me bigirin û cenazeyê xwişka min bidin. Çima ji me re dibêjin gora bavê xwe vekin, çi ji hestiyên me dixwazin. Bila doza bav û diya me nekin. Kesên ku ji xwe re dibêjin hiqûqnas û parastina mafên mirovan dikin bila dengê me bibihîzin. Em wek malbatên ku cinazeyên xizmên wan nayê dayîn û cinazeyên xizmên wan li goristanên bêkesan de tên definkirin  em ê bibin yek û bi hev re têbikoşînê bidin. Heta kucinazeyê xwişka xwe bigirim ez ê têkoşîna xwe berdewam dikim.”
 
‘Ew cenaze ne bê kes in’
 
Miyaserê detnîşan kir ku ew polîtîkayên dewletê malbatan nikrin bitirsînin û got: “Ev polîtîkayên ku li ser malbatan tê meşandin îşkence ne. Em ligel zarok û xizmên xwe ne û heta dawiyê em ê li pey şopa wan bin. Çi bikin jî em serî natewînin.  Çawa ku xwişka min ji wan re serî netewand em jî natewînin. Hertim gefan li malbata me dixwîn lê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gelek malbat mînakên DNA’yê didin lê cenazeyên zarokên wan li goristana bêkes tên definkirin. Ew cenaze ne bê kes in. Xwişka min jî bêkes nîne. Ez heme, bira û apên min hene. Doza çi dikin ku wan polîtîkayên qirêj li ser me dimeşînin.” Em natirsin.”
 
‘Malbat tên hedef girtin’
 
Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER), Yuksel Almas jî li ser vê rewşê axivî û nerînên xwe wiha parve kir. “ Niha ji kesên ku jiyana xwe jidest dane zêdetirî polîtîkayek li ser malbatan tê meşandin. Di şexsê malbatan de dixwazin li ser tevahî gel polîtîkayek çog dayînê pêk bînin. Bİ vî awayî hessasîyeta cenazeyan ku li ser Gelê Jurd dizanin û êrîşek di wê hêlê de tê kirin. Tiştên ku bi kar tînin li dijî exlaq, ol û mirovahiyê ye. Hem ji xwe re dibêjin oldar hem jî derheqê cinazeyan de polîtîkayek qirêj dimeşînin.”
 
‘Li ser cinazeyan etîketa bêkesiyê didin’
 
Yukselê destnîşan kir ku li ser cinazeyan etîketa bêkesiyê tê kirin û got: “Kesek bêkes tune ye.  Lê li ser cinazeyan etîketa bêkesiyê tê danîn. Ew kesên ku jiyana xwe jidest didin, dê û bavê wan hemûyan hene û malbatên wan hene.  Lê bi zanebûn di ser cenazeyan re îşkencê li malbatan dikin. Ew tişt teqez nayê qebûlkirin. Ji ber ku malbat serî li saziyan didin ku cinazeyên zarokên xwe û xizmên xwe bigirin. Lê di encamê de lêpirsin dikin û astengî derxînin. Dê û bavê hin cinazeyan  jiyana xwe jidest dane lê tevî van yekan mînakên DNA’yê ji xwişk û birayên wan nagirin. Em rê û rêbazan dayîna cinazeyan jî dizanin ku ev tişt ne rast e. Heta ku cinaze ji malbatan re tê dayîn em bi malbatan re têdikoşin.”
 
‘Li ser Komeleyê jî zext hene’
 
Yuksel bal kişand ser zextên li ser  komeleyê jî û wiha axivî: “Malbat dema di dîmenan de pê dihesin ku zarokên wan jiyana xwe jidest dane tên ku cinazeyên zarokên xwe bigirin û serî li saziyan didin. Dema ku serî li saziya me didin em jî alikariya wan dikin. Wekî  di karê serlêdanan de çi pêwist e, cinaze çawa tê girtin, her wiha ji bo ku alikariya malbatê bikin û wan tenê nehêlin bi qasî ji destê me tê em alîkar dibin. Jixwe karê me yê komeleyê jî ew e. Rêziknameya komeleya me jî li ser vê mijarê ye. Em mecbur in ku ligel malbatan bin û piştgiriya wan bikin. Lê wekî ew kar û barê ku em dimeşînin li dijî qanûna be zextan li me dikin.  Dema em ligel malbatan diçin daxuyanîyekê jî astengiyê ji me re derxînin.  Lê em rê û rêbazên qanûnan dizanin. Em rêziknameya xwe jî dizanin. Heke derfeta me hebe em ê xebatên xwe berfiretir bikin. Ji malbatan re dibêjin wan kesan ji vir bişînin heta ku neşînin em ê cinaze e nedin definkirin. Di ser cenazeyan re zextan li malbatan dikin.”