Mecilîsa Jinan a Sûrî komcivînek derbarê 25'ê Mijdarê de li dar xist

  • 15:31 15 Mijdar 2020
  • Rojane
HELEB - Mecilîsa Jinan a Sûrî ya Bajarê Helebê komcivînek derbarê 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê li dar xist.
 
Bi hatina 25'ê Mijdarê  roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê re, Meclîsa Jinan a Sûrî ya Bajarê Helebê komcivînek li hola MSD'ê bi beşdarbûna bu dehan nûnerên partiyan, jinên endamên sazî û dezgehan li dar xist. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê civîn ji aliyê Hevseroka Meclîsa Jinan a Sûrî Heyfe Hesen ve hate birêvebirin.
 
'Tundî bi hezaran sal e dewam dike'
 
Heyfa di destpêka gotina xwe de tundiya li ser jinê wiha şîrov kir: "Tundiya li ser jinê li tevahî cîhanê belav bûye. Gelek cureyên tundiyê hene ku wekî tundiya derûnî, fizîkî û bi rêya gotinan tê kirin. Di kevneşopiyên civakan de rol û hebûna jinê jê hatiye standin û jin di çarçoveyekê teng de hiştine. Ev tundî jî bi hezaran salan dewam dike. Jin ji mafê xwe yê herî biçûk hat durxistin û bi malê hate sinordar kirin. Di van salên dawî de tundiya li ser jinê zêdetir bûye. Mînaka herî ber bi çav a
 vê tundiyê jî li cihên ku hatine dagirkirin e."
 
'Ji bo bidawîkirina tundiyê çareserî edalet û wekhevî ye'
 
Heyfa wiha berdewam kir: "Ji bo ku em bikaribin vê tundiyê bidin rawestandin, pêwistî bi çareseriyên bingehîn û cidî heye. Çareseriya yekemîn edalet e. Her wiha divê qanûnên parastina jinan werin derxistin. Divê jin her daîm bên perwerdekirin û li kêlek jinê malbat, mêr û zarok jî werin perwerdekirin. Malbat roleke wan ya sereke di avakarina kesayetên mirovan de heye, ji bo wê divê malbat tucarî li ser zarokên xwe tundiyê nemeşînin."
 
'Kesên ku tundiyê li jinê dikin divê bên cezakirin'
 
Heyfa herî dawî diyar kir ku divê kesên ku tundiyê li jinên dikin werin cezakirin û wiha bi dawî kir: "Kesên ku tundiyê li ser jinê didin meşandin, divê werin cezakirin û parastina jinê jî were kirin. Em dikarin encax bi perwerde û rêxistinbûyinê tundiyê ji nava civakê rabikin.  Dema edalet û wekhevî di nava civakê de hebe wê demê tundî jî ji holê radibe. Divê em weke jin bi rêxistinbûyîn û zanebûna xwe tundiya li ser jinê rabikin."
 
Komcivîn bi nîqaşan bi dawî bû.