Li herêma Firatê qedexeya derketina derve dest pê kir

  • 12:55 15 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Rêveberiya herêmê hewl dide bi qedexeya derketina derve pêşî li belavbûna zêde ya vîrusa koronayê bigire.
 
Rêveberiya herêmê hewl dide bi qedexeya derketina derve pêşî li belavbûna zêde ya vîrusa koronayê bigire. Di rojên yekem ên qedexeyê de ku heta 26'ê vê mehê dê dirêj bibe, hemû dikan, navendên giştî, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl hatin girtin.
 
Tevî ku dikandar bi qedexeyê pabend in, lê tevgera gel hîna jî li kolanan heye. Her wiha bendên ewlehiyê li hundirê bajarê Kobanê heta niha tune ne. Herwiha Rêveberiya Xweser a Herêma Firat biryara qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê 12'ê mehê ragihandibû.
 
Hejmara fermî ya pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li Kobanê heta duh gihaşt 457 kesan, lê hejmara pêketiyan ji hejmara fermî zêdetir e, ji ber ku piraniya wan testa koronayê çênekirine.
 
Gelek bijîşkanên ku di nav wan de Dr. Bextiyar Mideris El-Hisên û Ehmed Şahîn jî hene bang li şêniyên Kobanê kirin ku parastina kesayetî esas bigirin.