Jinên 15'ê Mijdarê bi hêz û têkoşîna pênûsa xwe pêşwazî dikin

  • 09:07 15 Mijdar 2020
  • Rojane
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarên jin ên kurd ên ku îro di zindanan de 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de pêşwazî dikin bi pênûs û sekna xwe dîwarên ji aliyê raman û fikrên yekperest hatine lêkirin, hildiweşînin. 
 
PENa Navnetewî, di sala 1981’an de, li ser pêşniyaza Komîteya Nivîskarên di Zindanan de 15’ê Mijdarê wek Roja Nivîskarên di Zindanan de, pejirand. Aramanca PENa Navneteweyî ew e ku bi vî awayî balê bikşîne ser parastina azadiya ramanê û mafên mirovan. Mixabin îro dema em li zindanên Bakur û Tirkiyeyê dinêrin em dibînin ku gelek nivîskarên kurd ji ber ramana xwe ya azad di girtîgehan de tên girtin. Gelek nivîskarên jin ên kurd di nava çar dîwaran de rûmeta xwe diparêzin. Jinên nivîskar ên ku li dijî neheqiyê serî natewînin bi pênûsên xwe li ser rêya rastî û têkoşînê hêviyên xwe mezin dikin û 15'ê Mijdarê bi hêz û têkoşîna pênûsa xwe pêşwazî dikin.
 
Bi pênûsa xwe hêza di dilê xwe de da der 
 
Helbestkar Medya Yaklav a ji bo têkoşîna doza kurd kedeke mezin daye, di 1991’an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Medyaya ku  27 sal in di girtîgehê de ye ji bo parastina nasname û hebûna xwe li dijî bendên mezin sekinî. Bi pênûsa xwe hêza di dilê xwe de da der û bal kişand ser mîrateya herî mezin berxwedana ji bo welat tê dayin. Medyaya bi mejî û hişmendiya xwe tu carî radestî qebûl nekir niha li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqereyê tê girtin. Berhema wê ya yekem a helbestê ya bi navê ‘Welatê Min’ e. 
 
Keda giranbiha ya di oxira zimanê dayikê de
 
Helbestkar û Nivîskar Mizgîn Ronak a niha di nava çar dîwaran de bi hêviyeke mezin pênûsa xwe ya xurt hembêz dike, di 1992’yan de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Mizgîn Ronak ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Di nava 28 salan de bi bawerî û sekneke bi rûmet nivîsand û berhemên hêja çap kir. Pirtûkên Mizgînê yên bi navê Nobedarê Gulên Kobanê, Rojhat, Gorçiya Ne Em di 2018’an de ya Em bûn Baran di 2016’an de hatin qedexekirin. Mizgîna ku niha li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê de tê girtin, tevî ku pirtûkên wê hat qedexekirin û şerdên zor ên di girtîgehê de xizmeta ji bo ziman û wêjeya kurdî ji xwe re wekî berpirsiyariyeke wîcdanî dibîne. Mizgînê di pirtûkên xwe de mijarên hezkirina welat, eşq, hêvî, serîhildan û gelekên din girtiye dest. Bi ziman û naveroka xweş a berhemên xwe di dîrokê de bû xwediya kedeke giranbiha a di oxira zimanê dayikê de. 
 
Li dijî faşîzmê pênûsa xwe hilgirt
 
Nivîskar Rojbîn Perîşan a ji dilê tîrêjên rojê di 1992’yan de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Rojbînê ya ku her têkoşîn û bextewarî di xewin û xeyalên xwe de geş kir,  ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Desthildariya ku li dijî têkoşîna jinê tu carî gav paş de navêje û vê têkoşînê hezim nake bi rê û rebazên qedexekirina pirtûkan hewil dide ku rastiyê ji civakê veşêre. Loma pirtûka Rojbînê ya bi navê ‘Zêmara Hêsirên 
 
Min Bû Libendemayina Te’ jî di sala 2016’an de hat qedexekirin. Rojbîna ku di berhemên xwe de têkoşîn û berxwedana gelê kurd derxistiye pêş bi pênûsa xwe ya xurt nîşan dide ku ew ê tu carî li dijî pergala yekperest serî netewîne. Rojbîna li dijî faşîzmê pênûsa xwe hilgirt û berhemên gelekî hêja çap kir, niha li Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Gebzeyê tê girtin. 
 
Keda jinê ya dîtbar a di qada wêjeyê de 
 
Nivîskar Leyla Atabay jî yek ji nivîskareke jin a ku di qada wêjeyê de û di qada têkoşîna ji bo nasnameya xwe de gav bi paş de neavêtiye. Bi hewildan û xîreta xwe bû yek ji jinên bi hêvî û têkoşîna xwe li ser piyan dimîne. Leylaya ku bêtir li ser mijarên lêkolîn û kategoriyên dîrokî berhem çap kiriye niha di Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê tê girtin. Bi berhemên xwe yên bi navê Mirovê Xwe ji Bîr Kiriye, Nasnameya Konjokturel, Şikefta Fîlozofiyê di qada wêjeyê de navê xwe di dîrokê de nivîsand. Ew keda jinê ya dîtbar a di qada wêjeyê de ye. 
 
Ji dîrokê re felsefeyeke kûr hişt
 
Nivîskar Fecrîye Benek bi rêya fikir û ramanên xwe yên li ser esasên azadiyê xwe şîn dikin ji dîrokê re felsefeyeke kûr hişt. Bi romana xwe ya bi navê Bêgunehiyê Ji Xwe Fedî Kir, mîrateyeke bi qîmet ji xwîneran re hişt. Fecriye ya bi pênûsa xwe ahenga dîroka serîhildanê  û hafizaya civakî zindî dike, niha Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê tê girtin. 
 
Xizmeta ji bo ziman û wêjeya kurdî wekî rêya felatê hilbijart
 
Nivîskar Laleş Çelîker a ku bi berhema xwe ya bi navê Ji Dîrokê Dîrokeke Ehmedê Xanî mîrateyeke din a mezin ji Wêjeya Kurdî re hişt bi birdoziya xwe ya parastina welat dike her li ser piyan ma. Laleşa ku di 1997'an de hat girtin û niha 1’emîn Girtîgeha Girtî ya Tipa F a Tekirdagê de dimîne xizmeta ji bo ziman û wêjeya kurdî wekî rêya felatê hilbijartiye. Bi biryarî û wêrektiya xwe tarîtiyê têk dibe.
 
Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd a feyz ji tecrubeyên jinan girt
 
Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di 25'ê Cotmeha 2016'an de hat binçavkirin û di 30'yê Cotmeha 2016'an de bi sûcê "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û dewsa wê qeyûm hatibû tayinkirin. Gultanê di 2018'an de di girtîgehê de pirtûka bi navê  Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd çap kir. Di pirtûka Rengê Xemrî ya Siyaseta Kurd de li ser tecrubeyên jinên di girtîgehê de hatiye rawestandin. Jina li dijî zihniyeta baviksalarî çawa hêz bi dest xistiye di pirtûkê de hatiye ravekirin. Her wiha Gultana ku ji aliyê zihniyeta yekperest û baviksalarî ve hatiye dîlgirtin di pirtûka xwe de tecrubeyên jinên kurd ên di qada siyasetê de jî aniye ziman. Gultana ku bi rayên gel hat hilbijartin û bi girtina wê îradeya gel hedef hat girtin niha li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin. 
 
Dîwarên Ew ê Bên Hilweşandin
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ji 4'ê Mijdara 2016'an vir ve di girtîgehê de tê girtin di 1'ê Îlona 2020'î de pirtûka helbestê ya bi navê Dîwarên Ew ê Bên Hilweşandin çap kir. Fîgena ku bi têkoşîna xwe li dijî zihniyeta yekperest sekinî bi kedeke hevpar a jinên di girtîgehê de pirtûka xwe ya bi navê  Dîwarên Ew ê Bên Hilweşandin çap kir. Di pirtûka Fîgenê de ji çîroka Dayika Taybet bigire heta Komkujiya 10'ê Cotmehê li ser mijarên di hafizaya civakê de şopên kûr hiştine hatiye rawestandin. Fîgena ku li dijî pergala êrişkar serî netewand niha li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin.