ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 15 Mijdar 2020
  • Rojev
* Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan, Ayşe Efendî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser qadên parastina medya û yekîtiya Kurdan nerînên xwe anî ziman. Ayşeyê bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha got: " Dewleta tirk dixwaze şerê birakûjiyê çêbike. Dixwaze kurd bi destên hev werin qetilkirin. Pêwîst e em bibin yek û çeka xwe li hember kesên ku vî şerî bi rê ve dibin, hildin."
DÎMEN HEYE
 
*Medyaya ku ji bo armancên takekesî bîne cih gelek caran jinan ji xwezaya xwe dûr dixîne bi rêya reklamên di sala 2020’î de jî hatine weşandin zayendperestiyê di binhişiya civakê de bi cih dike.  MEDYA KRÎTÎK
 
*Jina Çerkes Hind Daxistan di derbarê dîrok, çand, komkujî û koçberiya Çerkesan de axivî. Hindê da zanîn ku Rêveberiya Xweser çanda wan zindî kiriye û wiha got: "Gelek komkujî bi ser gelê çerkes de hatiye. Gelek carî koçber bûne. Ji ber vê yekê nifşên nû ziman û çanda xwe winda kirin, lê bi saya Rêveberiya Xweser me çand û zimanê xwe zindî kirin." DÎMEN HEYE
 
*Daneşîna 2'emîn a doza gûmanbarar  Feyzî Altundag (64) ê ku li Mahsertê gef li 2 zarokan xwarine û êrîşa zayendî li wan kiriye di 18’ê Mijdarê dê bê dîtin.DÎMEN HEYE
 
*Li herêm û Tirkiyeyê bi erobokên ji xwe girantir didin ber xwe, barê giran a cîhanê li pêy xwe kaş dikin. Şer, pêvçûn, hilweşandin bû sedem ku zarokên Sûriyeyî berê xwe bidin welatên biyanî. Zarokên ku xeyal dikirin bibin bijîşk û astronok niha li kolanên Amedê kaxez, karton û şîşeyên plastîk kom dikin. BI DÎMEN 
 
*Endamên Meclîsa Jinên Dayikên Aştiyê ya Geverê dan zanîn ku ew polîtîkayên kurdan dike dijmin  qebûl nakin û gotin ger kurd kurdan  bikuje ev şerm e. BI DÎMEN
 
*Li Helebê Komcivîna Meclisa Jinên Sûrî di derbarê tundiya li ser jinê ( 12.00)
 
*Li navçeya Tiltemirê şevbuhêrka derbarê dagirkeriyê de (12:00'an)