'Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin'

  • 15:30 14 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED -Têkildarê kuştina jinan de Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk raporek eşkere kir û li gorî raporê di 10 mehan de bi giştî 453 jin hatine kuştin.
 
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk, Rapora Kuştina Jinan a 10 mehên sala 2020’an bi raya kuştî re eşkere kir. Rapor ji daneyên gelek malper, ajans û platforman pêk tê. Di rapora hatiye amadekirin de tê gotin di 10 mehên salê de herî kêm 256 jin di encama cenayetê de û herî kêm 197 jin jî bi awayên gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyan mirinên gumanbar jî di nav de di nava van 10 mehan de bi giştî 453 jin hatine kuştin. Li gorî daneyên raporê tê gotin jin herî zêde li bajarê Stenbolê 37 jin hatine kuştin û li Îzmîrê 19 jin, li Antalya 13 jin hatine kuştin. Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara kuştina jinan li bajarên wek Artvin, Bayburt, Colemêrg, Karaman, Meletî, Sêrt, Tokat û Dersimê jî di raporê de cih nagirin û ji ber li van bajaran negihîştine tu daneyan û encaman. Li Stenbolê 19, li Antalyayê 18, li Amed û Aydinê 11 û li Mêrdînê jî mirina 10 jinan bi guman e. 
 
Li gorî raparê ji sedî 37 jin an ji hêla mêrê pêre zewicî an jî mêrê ku berê pêre zewicî ve hat kuştin. Ji sedî 18,4 jin jî ji hêla xizm û naskiriyên xwe ve hatin kuştin. Ji sedî 16 jin ji hêla mêrê ku pêre dijî ve hat kuştin. Li gorî raporê bi giştî jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. Ji sedî 57,8 jin bi çekê, ji sedî 27,3 jin bi kêrê, ji sedî 6,6 jin bi xeniqandinê û ji sedî 3,5 jin jî bi lêdanê hatine kuştin. Her wiha ji sedî 3,5 jin jî nehat zanîn ku çawa hatine kuştin. 
 
Her wiha dîsa li gorî raporê ji sedî 54,3 jin li malê, ji sedî 33,6 jin li kolan, kargeh, kuafer, park û hwd. hatine kuştin. Her wiha ji sedî 12,1 jin li ku hatiye kuştin ne diyar e. 
 
Di meha çîlê de 27, di meha sibatê de 22, di meha adarê de 29, di meha nîsanê de 20, di meha gulanê de 21, di meha hezîranê de 27, di meha tîrmenê de 36, di meha tebaxê de 31, di meha îlonê de 20 û di meha cotmehê de jî 23 jin hatin kuştin.  
 
Lînka rapora derbarê kuştina jinan de wiha ye:
"https://k2y.53a.myftpupload.com/wp-content/uploads/2020/11/kadin-cinayetleri-supheli-kadin-olumlerI-2020-RAPOR-SON-HAL.pdf"
 
https://k2y.53a.myftpupload.com/wp-content/uploads/2020/11/kadin-cinayetleri-supheli-kadin-olumlerI-2020-RAPOR-SON-HAL.pdfhttps://k2y.53a.myftpupload.com