Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê: Divê kurd xwedî li destkefiyên xwe derkevin

  • 14:44 14 Mijdar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Dayikên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Mexmûrê derbarê geşedanên li Herêma Federal a Kurdistanê pêk hatî de daxuyaniyek dan û gotin: "Em bang li başûriyan dikin ku li hemberî van lîstokan xwedî bi helwest bin. Pêwîste em nehêlin destkeftiyên me yên li başur, bakur, rojhilat û rojava Kurdistanê biçe." 
 
Endamên Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê ya ku ji hêla PDK'ê vê te meşandin bertek nîşandan. Dayikan li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla endama Dayikên Aştiyê Sultan Yildiztan ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya dayikan wiha ye: "Em weke dayikên Aştiyê yên wargeha Mexmûrê, banga me ji bo Mesud Barzanî heye. Pêwîste demildest dest ji van hevkarî û lîstokên xwe yên qirêj berde. Em dizanin ev hemû lîstîkên Erdogan in. Erdogan ji bo kurdan tune bike hemû cûrê qirkirinan dide meşandin. Êdî ew bi xwe jî dizanin kurd ne kurdên berê ne, divê mala Barzanî jî van rastiyan baş bi zane. 
 
Ger kurdkujiyê bike wê dîrok wana efû neke. Beriya niha birêz Murat Karayilan bang li Mesud Barzanî kir ku helwesta xwe zelal bike, hemû rewşenbîr û kesên navdar bangawazî kir ku ev rêya ku mala Barzan dide meşandin hemû di bin xizmeta dijmin deye, lê mixabin Mesud Barzanî derket û van lîstokan erê kir.  
 
Em jî weke Dayikên Aştiyê dibêjîn xeta xwe şaş neke, pêşmerge û gerîlla xwişk û birayên hevin di çeperên Kerkuk, Kobanê mil bi mil li ber xwedan. Pêşmerge jî naxwazin li hemberî xwiş û birayê xwe şer bike. Em bang li pêşmergeyê çûyin herêma Gare û Metinan dikin vegerin em bi hev re li hemberî dijminê mirovahiyê, dewleta faşîst a tirk li ber xwe bidin. 
 
Em weke dayikên aştiyê şer û birakujiyê naxwazin. Em bang li hemû gelê başûrî dikin li hemberî van lîstokan hemû xwedî helwest û bi biryar bin. Pêwîste em nehêlin destê dijmin li destkeftiyên gelê me li başur, bakur, rojhilat û rojava Kurdistanê bikeve.”
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên; ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.