Li Hezexê salvegera tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin

  • 14:15 14 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - 1'emîn salvegera tayînkirina qeyûm a ser şaredariya Hezexê ji hêla Rêxistina HDP’ê ya Hezexê ve bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Li pişt deriyên girtî û dûrî raya giştî siyasetê dikin şaredariyên me wekî hedef girtin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, li avahiya xwe derbarê yekemîn salvegera tayînkirina qeyûm a ser Şaredariyê Hezexê daxuyaniyek da û tayînkirina qeyûm a ser şaredariyê şermezar kir. Parleamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozgûneş, endamên meclîsa saredariyê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî vîna gel darbe ye” hat vekirin.
  
Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê Medya Hezar, daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ligel hemû pêkanînan wan dev ji parastina şaredariya xwe bernedane û wiha got: “Ji ber vê yekê ye ku yên li pişt deriyên girtî û dûrî raya giştî siyasetê dikin şaredariyên me wekî hedef hilbijartin. Weke encam, vîna gelê Hezexê sala borî hêla dewletê ve hate desteserkirin.”
 
Piştî Hezar, parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û ev tişt gotin: “Qeyûm darbe ye. Darbeyek li vîna gelan, vîna Gelê Kurd û vîna jinan e. Di heman demê de derbeyek li dijî demokrasî û hiqûqê ye. Ji ber ku hûn îdîa dikin ku we hilbijartinek demokratîk kiriye û her kes di çarçoveya qanûnê de serlêdanê dike û bi vîna gel tê hilbijartin. Lê we nêzî 60 şaredariyên me desteser kirin û vîna gel bin pê kir. Em ê her tim bi gelê xwe re bin û bi hişmendiya şaredariya hevpar tevbigerin."