Li Amedê aqûbeta Alî Tekdag hat pirsîn

  • 14:08 14 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan, çalakiya xwe ya vê heftê jî li ser medyaya civakî pêk anîn û aqûbeta Alî Tekdag pirsîn. 
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 614’emîn de ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê medya civakî yên ÎHD’ê li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Alî Tekdag ku di sala 1994’an de li navçeya Sûrê ya Amedê bi dormîşê hatibû revandin, di bin çavan de hatibû windakirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hat pirsîn.
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê Hasan Yalçin, çîroka winda xwend û vegotinên hevjîna Alî Tekdag Hatîce Tekdag ên derbarê bûyera windabûna Alî de wiha ragihand: “Di 13’yê Mijdara 1994’an de em bi hevre ji malê derketin û heta Şekerbankê ya li Deriyê Çiyê em bi dolmîşê çûn. Piştre Elî ji min re got, ‘5 deqe karê min heye, bisekine ez ê bêm’. Piştre Alî piştî 15 deqeyan hat. Lê li min nesekinî û derbas bû çû. Dema min bangî wî kir, bi destê xwe ji min re got biçe. 3-4 kesên bi çek li pey wî bûn. Dema ku li quncikekî zivirî reviya. Kesên bi çek ên li pey wî gule lê reşandin. Hevjînê min xwe avêt erde. Heman kesan çakêtê wî jê jêkirin û li serê wî lefandin. Li wir wî kirin avahiyekê. Piştî 10 deqeyan dolmîşeke spî hat. Wî kirin dolmîşê û birin.
 
Dema ev bûyer çêbû, leşker û polisekî trafîqê li pêşiya banqayê hebûn. Li gel ku gule hatin berdan jî leşker û polîsan tiştekî nekir. Rojek şûnde min bi daxwaznameyê serî li Dozgeriya DGM’ê da. Ji min re gotin, ‘Bûyer nû ye, piştre bê’. Piştî 3 rojan careke din çûm. Piştre her roj çûm. 
 
2 meh şûn de polisê li ber derî ji ber çûyîna min a her roj xeyidî û min derxist dozgeriyê. Dozger, ji min re got, ‘şahid nîşan bide’. Min jî got, ‘Şahid ez im’. Piştre dozger min û keça min  ji odeya xwe derxist. Telefonê cihekî kir û dîsa me girt odeya xwe û got, ‘Min telefon kir ne li cem me ye’.”
 
Hasan, destnîşan kir ku ji wê demê ve agahî ji Alî nayê girtin û hemû serlêdanên malbata wî yên ji bo diyarkirina aqûbeta wî bêencam mane. Hasan agahî da ku piştî bi dawîbûna pêvajoya hiqûqî ya hundirîn serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye dayîn û DMME’yê Tirkiye mehkûm kiriye.