'Di nava rewşên zehmet de em projeyên nû diafirînin'

  • 09:01 14 Mijdar 2020
  • Rojane
Viyan Berxwedan - Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Bicihkirina Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Qamişloyê, Mizgîn Hesen têkildarî proje û amadekariyên şaredariyê yên ji bo zivistanê wiha got: "Ev mehek e me dest bi projeyên zivistanê kirine. Ji niha û heta 15 rojên din wê projeye bi dawî bibin. Em ê êdî dest bi projeyên sala 2021’an a ji bo demsala zivistanê bikin." 
 
Bi hatina demsala zivistanê re, her sal Şaredariya Bajarê Qamişloyê ji bo amadekariyên zivistanê projeyan pilan dikin û bi encamgirtineke mezin wê xebatê bi dawî dikin.  Îsal ji ber zêdebûna belavbûyina Vîrusa Koronayê (Covid (19) projeyên şaredariyê li gelek cihan dereng hat destpêkirin. Têkildarî mijarê  ji Rêveberiya Bicihkirina Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişloyê Mizgîn Hesen projeyên sala 2020’an bi me re parve kir.
 
'Li gorî derfetên xwe em pirojeyên pilankirî bi cih tînin'
 
Mizgîn li ser projeyên amadekariya zivistanê ev tişt got: "Projeyên me ji bo amadekariya zivistanê, paqijkirina qanalîzasyon û ziftkitina rêyan li hin taxan hatin çêkirin. Piranî li taxa Enteriyê hin qanalîzasyonê hatibûn xetimandin me bêhtir li wir xebat da meşandin û em ber bi dawîbûyina xebatên em encamê jê digirin, diçin. Di heman demê de rêkên xirab hatin sererastkirin. Ji bazara mezin heta rêya hîzamê hat zifitkirin. Li aliyê din jî di nava taxên weke Xerbî, Qidûrbek û gelek taxên din rêyên wan hatin sererastkirin. Xebatên zifitkitina rêyan niha li Taxa Zeytûniyê dewam dike. Her wiha beriya ku baran xurt bibare, me dest bi paqijkirina derdora 150 kortekên ku av lê disekine kirine.  Hinek ji wan yên qirêj bûn ew jî hatin paqijkirin û di demeke nêz de wê ev projeyên me bi dawî bibin."
 
'Beriya zivistanê bi mehekê em dest bi projeyên xwe dikin'
 
Mizgînê bal kişand ser sedemên derengiya destpêkirina projeyan û wiha domand: "Bi hatina zivistanê û baranê re, êdî ziftkitina rêyan zehemt dibe. Lewma weke çareserî me xwest ku em rêyên mayî îsal bi kevirên xîz çêbikin û di havîna bê de em zifta wê dewam bikin. Derketina Vîrusa Koronayê bû sedemeke bingehîn a li hember pêkanîna projeyên me. Ji ber vê yekê mixabin, gelek projeyên me hatin sekinandin. Ji ber şaredarî bêtir mecbûr ma bi xebatên dezenfekteya bajar û bazaran mijûl bûn bibe nikarîbû projeyên xwe dewam bike.  Karmendên me jî  bi giştî di tevgera parastina gel a ji Vîrusa Koronayê de bûn. Di nava xebatên me de jî weke tedbîr me boriyên avê yên di bin erdê de paqij kirine, da ku di demsala zivistanê de neteqin û pirsgirêk dernekevin. Her carê me projeyên xwe beriya hatina zivistanê bi mehekê çêdikirin."
 
'Di nava rewşên zehmet de em projeyên nû diafirînin'
 
Mizgînê di dawiyê de bal kişand ser zehmetiyên ku dikşînin û wiha gotina xwe bi dawî kir: " Zehmetiyên ku em di dema amadekariyên zivistanê de dibînin kêmbûyina makîne û alavên paqijkirinê ye. Tevî kêmbûyina Makîneyan bi hemû derfetên xwe, em xizmeta gelê xwe dikin. Di nava rewşên zehmet de em projeyên nû diafirînin. Daxwaze me ew e ku makîneyên me hîn zêde bibin, da ku em bikaribin hîn bêhtir alîkariya mirovên vê civakê bikin. Ji niha û heta 15 rojên din wê projeyên me yên sala 2020’an ji bo amadekariyên zivistanê bi dawî bibin û em ê dest bi pirojeyên sala 2021’an bikin."