Dayikên Aştiyê: Bila êdî xwîn nerîje

  • 09:03 10 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku rewşa Herêma Federal a Kurdistanê mirovan dixe nava fikaran û gotin: "Em dayik naxwazin şer pêk bê û xwîn birêje. Em xwişk û birayê hev in û em dijminê xwe baş nasdikin. Şer feydeyê nade kurdan." 
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî arteşa tirk a li Herêma Federal a Kurdistanê hatine bi cih kirin didomin. Demên dawiyê li hemberî gelê herêmê polîtîkayên zext û zordariyê tê meşandin û aliyek jî li hemberî herêmên HPG'yê leşkerên tirk û peşmerge hatin bicihkirin. Rewşa krît her çar parçeyan xist bin xeterê ye. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê derbarê mijarê de axivîn û bang li Mesûd Barzanî kirin. 
 
‘Şer feydeyê nade kurdan' 
 
Gulîstan Erek diyar kir ku arteşa tirk li Herêma Federal a Kurdistanê baregehên xwe ava dike û got: "Niha ji hêla PDK'ê û dewleta tirk ve amadekariya şer tê kirin. Şerê ku derkeve bi tu awayî feydeyê nade kurdan. Berê jî tecrûbeyên me hebûn em dît ku şerê di navbera kurdan de zirarê dide tenê kurdan. Em bang li her du aliyan dikin ku neyên lîstîkan. Ez bang li Mesût Barzanî dikim û dibêjim bila wisa neke. Em dayik êdî naxwazin şer pêk bê. Em şerê ku dê pêk bê şermezar dikin." 
 
‘Bila dayik rondîkan nebarînin' 
 
Nazîme Yurek ligel bi dehan caran hatiye binçavkirin û hevjîn û 5 zarokên wê jî dem demî hatine girtin jî banga aştiyê kir û wiha axivî: "Çend bi tundî mudaxaleyê jiyana me dikin jî em her tim bûn alîgirê aştî, xwîşk û biratiyê. Em dayik her tim bûn alîgirê rojên xweş û aramî ye. Em dixwazin xwîna ku dirêje bê rawestandin. Divê şerê ku li Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê bê rawestandin. Heke Barzanî destûr nede dewleta tirk nikare biçe herêmê û nedikarî barêgehên xwe yên leşkerî avabike. Çima xwîna ciwanan bê rêjandin? Divê Barzanî baş bizane ku dê demek nêz de li hemberî wî jî şerek bê destpêkirin. Niha hewl didin ku di navbera kurdan de şerek derxin. Em dibêjin êdî bes e bila dayik rondîkan nebarînin."
 
‘Em xwişk û birayê hev in' 
 
Rahîme Înce bal kişand ser rewşa Herêma Federal a Kurdistanê û wiha nêrînê xwe anîn ziman: "Hevjînê min û 2 zarokên min niha di nava HPG'ê de ne. Ev şer şerê di navbera kurd û Barzaniyê de ne. Dewleta tirk dixwaze bi destê kurdan kurdan bide kuştin. Ev tişt ne layîqê Barzanî ye. Ez hêvî dikim ku dev jî xeletiyan berdin û ez naxwazim kesek jiyana xwe ji dest bide. Divê perşmergeyên xwe li vir bikîşine. Divê leşkerên tirk li vir bên derxistin. Em xwişk û birayê hev in. Me di dîrokê de dît ku tu carî bi şerê birakujiyê serkeftinek pêk nehatiye." 
 
‘Em êdî aştiyê dixwazin'
 
Sultan Altan jî wekî dayikên din bal kişand ser geşedanên Herêma Federal a Kurdistanê û wiha bi lêv kir: "Heke li herêmê şerek bê berpirs Barzanî û hikûmeta herêmê ye. Kurd her tim bûn alîgirê aştiyê. Dewleta tirk her tim bi zanetî polîtîkayên bi vî rengî dimeşînin. Divê kurd li hemberî vê yekî divê bi biryar û zanebûn tevbigere. Ez ban li Barzanî dikim bila rê ne de şerê birakujiyê. Em dixwazin êdî aştî pêk bê."