'Em dixwazin rastiya kiryarên li herêmê ji cîhanê re ragihînin'

  • 09:05 9 Mijdar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Cîgera Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza, armanca serdana xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.
 
Cîgera Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza, serdana Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirir.  Di nava serdana xwe de bi gelek saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û Meclîsên Leşkerî her wiha koçberên Kampa Waşû Kanî re hevdîtin pêk anî .  Nadine Menza armanca serdana  xwe nirxand û bi me re perve kir.
 
'Me xwest em rewşa herêmê ji nêz ve bişopînin'
 
Nadine derbarê armanca serdana xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha got: "Armanca hatina me ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku em rewşa herêmê ji nêz ve bişopînin.  Di heman wextê de me xwest ku em rewşa  koçberên ku ji ber kiryarên dewleta tirk koçî kamapan bûne di cih de bibînin. Em dixwazin bi rêya vê serdana xwe wêneyekî rast ê bûyerên li ser vê erdnîgariyê diqewimin bigirin ji saziyên têkildar re raghînin."
 
'Daxuyanî têr vegotina rewşa jinan nake' 
 
Nadine bal kişand ser rewşa jinên ku di bin dagirkeriyê de ne û wiha pê de çû: "Kiryarên ku îro derheqê jinan de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve tên kirin, ne di cihê xwe de ne û tiştekî ne ji rêzê ye. Daxuyaniya ku ji aliyê Emerîka û Netewên Yekbûyî ve, derbarê kiryarên ku dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dikin, têr nake ku rewşa wan jinan bi giştî vebêje. Pêwîstî  heye ku rewşa jinên bi pêkanînên kiryarên dijmirovî yên mîna qetîlkirin,revandin û tecawîz tên ji nêz ve were şopandin."
 
'Hedefgirtina cihên pîroz mirov xemgîn dike'
 
Nadine hedefgirtina deverên pîroz ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve bi bîr xist û wiha pêl da gotina xwe: "Cihê xemgîniyê ye ku deverên pîroz û yên bi nirx ên dîroka gelan vedibêjin, ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve bên hedefgirtin. Ev di be ku ne li Serêkaniyê li ku dibin bila bibin sembola netewan e û divê bên parastin. Cihê xemgîniyê ku nirx û sembolên  êzidî, sûriyanî û misliman ji aliyê çeteyên ku berdewamiya DAIŞ’ê ne , bên hedefgirtin."
 
'Siyaseta Emerîka ya li hember Sûriyê ne zelal e' 
 
Nadine nêrîna xwe ya li dijî  nezelalbûna siyaseta Emerîka li Sûriyeyê jî vegot û wiha domand: "Rewşa ku îro Sûriye tê re derbas dibe aloz e. Taybet jî di warê polîtîkayên Emerîka de aloziyek heye.  Ji ber ku gelek biryarên aloz derbarê rewşa Sûriyê de hatine girtin û pêkanîn. Siyaseta Emerîka ya li hember Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne zelal e."
 
'Di demê pêş de wê gavên nû bên avêtin'
 
Nadine guhertin û gavên ku ji bo Rêveberiya Xweser ji aliyê Emerîkayê ve werin avêtin jî wiha nirxandin: "Di demên pêş de gavên baş û erênî  yên  derbarê rewşa Sûriyê de û bi taybet jî derbarê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê bên avêtin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser maf û ola hemû netewan diparêze û rêzê ji wan re digire."
 
'Em dixwazin rastiyê raghînin'
 
Nadine nêrîna Emerîkayê ya li kiryarên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha vegot: " Bi tayebet Emerîka bi biryar û danûstendinên xwe  kiryarên ku dewleta tirk li ser şêniyên vê herêmê pêk tîne, wekî ku tune ye nîşan dide. Erka me jî ew e ku em rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqawime ji Washintonê re raghînin. Ji ber ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî ya Emerîkayê re pir girîng e."
 
'Pêwîst e ku sûcên dewleta tirk dike bên astengkirin'
 
Nadine wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê herêmê ruxmî kiryarên li hemberî wan tên kirin li dijî dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe didin. Ji ber wê ya herî girîng ew e ku rastiya rewşa herêmê ji saziyên têkildar û kesên xwedî biryar  re bê gotin. Ji bo ku sûcên dewleta tirk dike,li ser navê Tirkiyê di lîsteyan bê qeydkirin û hesab jê bê xwestin. Ev kiryar yekser jinan hedef digrin."