ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 9 Mijdar 2020
  • Rojev
 
 
* Endamên Platforma Jinan a Şahmaran bertek nîşanî têkiliyên ensest û polîtîkayên destdirêjî û tecawûzê dan û gotin: “Li hermê ji ber polîtkayên çewt bûyerên ensestê zêde bûne. Dixwazin destdirêjî û tecawuzê enpozeyî civaka me bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Mamoste û xwendekarên Paymengeha Viyan Amara daxwaza ENKS'ê ji bo qedexekirina zimanê kurdî red kirin û wiha gotin: "Daxwaza ENKS'ê ya derbarê zimanê dayikê de, em tu carî qebûl nakin. Ziman hebûn û nasnameya gelan e, em ê zimanê xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
* Cîgera Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza, armanca serdana xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecioglu, diyar kir ku di Pêşniyaza Budçeyê ya sala 2021’an de ji bo jin, zarok û penaberan tiştek nîne û got: “Ji bo alîkariya civakî ya Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatê ya Malbatê 42 milyar hat veqetandin lê belê li dijî şîdeta li hemberî jinê, îstîhdam û  ewlehiya jinê budçeyek nehat veqetandin.”BI DÎMEN
 
*"Têkoşîna ku jin li dijî pergala kapîtalîst didin ketiye merhaleyeke nû.  Pergala Şaristaniyê ya 5 hezar sal ku mêr jê re serweriyê dikin û pergala kapîtalîst ya ku xwe li ser netewdewletan heyî dike, wê bi têkoşîna jinan a azadiyê bê guhertin." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Komîteya Jinê ew ê li Şehbayê daxuyaniyê bide. (11.00)