Li Edeneyê di bin dorpêça polîsan de starta 25'ê Mijdarê

  • 17:38 8 Mijdar 2020
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê jinan di bin dorpêça polîsan de, starata 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê dan. 
 
Li Edeneyê jinan li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin dorpêça polîsan de starata 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê dan.  Jinên ku xwestin li parkê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan ku jinên parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmoglullari jî di nav wan de hebû ji avahiya HDP'ê derkevin avahî dorpêç kirin. Li ser astengkirinê jinan li korîdora derve ya avahiyê çalakiya rûnitştinê li dar xistin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin û daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari axivî .Tulay diyar kir ku ew ji bo starta çalakiyên 25'ê Mijdarê bidin kom bûne û di bin siya faşîzmê de daxuyaniya xwe didin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.