Kongreya Star bang kir: Destkeftiyên xwe biparêzin

  • 14:43 8 Mijdar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Kongreya Star li dijî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirk re daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan ev bang kir: "Em bang li tevahî jinan dikin ku destkeftiyên xwe biparêzin û li dijî dagirkeriyê, qirkirin û îxanetê têkoşînê xwe bilind bikin û bibin pêşengên avakirina yekîtiya Gelê Kurd."
 
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê bi beşdariya nûnerên jin yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiyên Siyasî û rêxistinên sivîl, li Qada Jina azad li hember hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirk re û êrîşên li ser qadên parastina medyayê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.
 
 Daxuyanî wiha ye:
  
“Dema ku em bala xwe didin dîroka Gelê Kurd, em dibînin ku çiqas şoreş, raperîn û serhildan çêbûne. Lê hertim du xet derketine pêş, xeta berxwedaniyê û xeta teslîmkariyê. Teslîmkarî û hevkariya PDK`ê ya li gel dewleta tirk ku PDK`ê tu caran ji vê îxanetê xilas nabe û perçeyek ji siyaseta şer a dagirkeriyê li dijî tevgera azadiyê ye.  Her wiha li dijî Rêbera Apo jî xiyanet hebû, Ji ber ku Rêber Apo cihê hêvî û çareseriyê yê ji bo tevahî gelan e.  Li gel dagirkeriya dewleta tirk, PDK`ê hem istxbarat û hem jî bi kiryaryên xwe yên qirêj tim xwestiye pêşeng û doza kurdî tengav bike. Di dîroka nêzîk de li gel hevkarên xwe êrîş birin qadên parastina Medyayê.
 
Bi berxwedanê dîrok nivîsîn
 
Berxwedana Heftanînê dîroka mirovahiyê bi xwe re nivîsand, ji bo tevahî  civakê bû cihê rûmet û parastinê. Li gel ew hevkarî û dagirkeriya heyî xeta berxwedanê derket lutkeyê. Li Heftanînê xeta berxwedaniyê dagirkerî û qirkirin li ser Kurdan bi bin xist û xeta azadiyê diyar kir. Ji ber vê dewleta tirk û PDK piştî civîn û hevdîtinan di encamê de PDK`ê pirovekyisyonên xwe li herêmên Garê û Qendîlê ava kirin. Bi van hewl didin hevkujiyê pêk bînin. Di demekê de ku tevahî alî û partiyên kurdî li ser maseyê pirsgirêka kur goftûgo dikin, PDK`ê li gel hevakriya xwe êrîşî doza kurdî dike û aloziyan derdixe. Bi van kiryaran êdî bûye alavek û lîstikek di destên dewleta tirk de, li gor daxwaz û berjewendiyên xwe wan bi kar tîne. Di demên dawiyê de jî PDK`ê û Mesûd Berezanî û komên bi ser wan ve bi daxuyaniyên li derveyî exlaq ku heqareta wan li hember xeta azadiya jin û pergala hevseroktiyê nîşan dide. Ji ber ku tevgera azadiya jinên Kurdistanê li tevahî cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtin, hêvî, azadî û bi xwe re pêşketinên siyasî, îdolojî, civakî û parastin aniye. Êrîşên li ser pergala hevseroktî û tekoşerên jin tên kirin derveyî exlaq, rêz û pîvananine.
 
Pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin
  
Ji ber vê yekê bi navê tevahî jinên Herêma Firatê em bang li tevahî jinan dikin ku destkeftiyên jinan biparêzin û yekîtiya xwe ava bikin.  Li dijî dagirkerî, qirkirin û kiryarên PDK`ê, xeta yekîtî û azadiyê xurt bikin û asta berxwedaniyê , têkoşînê bilind bikin. Her wiha banga me ji bo tevahî partiyên siyasî heye ku bi riya diyalogan pirsgirêkên xwe çareser bikin û PDK dev ji xeta îxanetê berde.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bimre îxanet" , "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.