Suryaniyên gundê Midihê çanda xwe didomînin

  • 09:14 7 Mijdar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li gundê suryaniyan ê Midihê yê Hezexê jina bi navê Seydê Dogankureç, destnîşan kir ku şopên komkûjiyê hîn zindî disekinin û got: “Zarokên me ji ber zextan berê xwe dan Ewropayê. Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivin. Em çand û zimanê xwe diparêzin.”
 
Suryaniyên ku ji sala 1915'an de her cureyê tundiyê li wan hatiye kirin, hewl didin ku çand û baweriya xwe biparêzin.  Li gundê Midîhê yê Hezexa Şirnexê ku hîna êşa qirkirina 1915'an dijîn çand û baweriya xwe ji zarokên xwe re radigirhînin. Gundiyên ku çanda xwe diparêzin, bi zarokên xwe re bi zimanê suryanî diaxivin û ji bo ku zimanê wan winda nebe hînî zarokên xwe dikin. Jina 72 salî Seydê Dogankureç a ku li gund e jiyana xwe ya piştî komkujiyê vegot.
 
Seydê, anî ziman ku bandora fermanê hîn berdewam dike û ev tişt got: “Ji ber zextan ji 9 zarokên min 5 ji wan koçberî Ewropayê bûn. Mezinên me jî ji ber zextan koçî gundên ereban kirine. Kalikê min qetil kirine. Piştî 7 salan em li gundê ereban mane carekedin vegeriyane gundê xwe. Bavê min jî bi recimkirinê hatiye qetilkirin.  Mezinên me ji me re bahsa fermanê wendikirin. Piştî fermanê li gund diziyê dest pê kir. Mislimanan êrîşî me dikir.  Mal û milkên me hatin talankirin. Pezê me didizîn. Piştî demeke dirêj dest ji me berdan.  Dema ku dizî jî dikirin  çend kes ji me dihatin kuştin. Wan gundiyên gundê derdorê ku êrîşî me dikirin niha hemû cerdevan in.”
 
'Ziman ji bo me girîng e'
 
Seydê bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Ziman ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku ziman ispata hebûna me ye. Ji ber wê em zimanê xwe hînî zarokên xwe dikin.  Lê ji ber ku em bi kurdan re dijîn zarokên me kurdî jî hîn dibin. Lê kurd ferî zimanê me nebûn. Zarokên me li dibistanan jî fêrî tirkî dibin. Zarokên me yên ku çûne Ewropayê jî zimanê almanî dizanin. Lê tu kes zimanê me nizane. Gelek zarokên me ji ber zextan berê xwe dan Ewropayê. 5 zarokên min ev 20 sal in li Ewropayê ne. Em çanda xwe zimanê xwe diparêzin. Em dixwazin kesên derdorê jî zimanê me zanibin." 
 
 ‘Baweriya xwe diparêzin’
 
Seydê, bal kişand ser baweriyên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojê 5 caran em îbadetê dikin. Em diçin dêr an jî medrese îbadeta xwe dikin. Em bi tevahî serê sibehê û êvarê rojê du caran diçin dêrê îbadetê dikin û tên. Xeynî vê jî rojên yekşemê jî em hemû kom dibin bi hev re diçin dêrê. Têkiliya me bi mirovan re başe. Li vî gundî bi tenê em suryanî dijîn. Li gundê me qet misilman tune ne. Bi tenê carna şivan tên û diçin. Li gundê me bi giştî nêzî 50 malan heye.”