Bazîdiyan banga tevlîbûna meşa 'Em xwe diparêzin' kirin

  • 13:04 6 Mijdar 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Jinên Bazîdî meşa ku dê sibehê di çarçoveya "Em xwe diparêzin" de bê lidarxistin de banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Li dijî şîdetê rêxistinbûn hewce ye. Bi rêxistinbûnê em dikarin civakê ji şîdetê biparêz in."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçovaya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de dest bi xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan kir. Bi pêşengiya TJA sibêhê li Bazîda Agiriyê bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven meşek bê lidarxistin. Derbarê amadekariyên meşa sibê û kampanyayê de aktîvîstên TJA'yê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Em li pey azadiyê ketin' 
 
Endama Meclîsa Şaredariya navçeya Bazîdê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta TJA'yê Şerîfe Gulhan, bal kişand ser xebatên ku tên meşandin û got: "Wekî li her derê li navçeya me jî jin bi şîdetê re rûbirû dimînin. Li gorî daxwazên heyî em hewl didin ku rêya çareseriyê bibînin û em li gorî derfetên xwe jî pirsgirêkên heyî çareser dikin. Em bi atolyeyan hewl didin ku pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Em jin ketin li pey ked, azadî û hilbêrîna xwe. Em ê bi hev re bi rêxistinbûna xwe hêza xwe carek din derxin holê. Em niha têkoşîna veguhertina mêran jî didin. Em hewl didin ku di şert û mercên wekhev de têbikoşin. Em ê sibehê starta xebatên 25'ê Mijdarê bi meşekî bidin. Em îro bang li jinan dikin ku tevlî meşa sibêhê bibin." 
 
‘Li navçeyê bikaranîna hişbirê zêde ye' 
 
Aktîvîsta TJA'yê Hamiyet Salman, bal kişand ser bandora zîhniyeta serdest a mêr û wiha axivî: "Niha li navçeya me fihûş û bikaranîna hişbirê zêde bûye. Em di pergalekî serdestiya mêr heyî de dijîn. Zêdebûna êrîşên zayendî û şîdet êdî me xistiye nava fikaran. Em nikarin zarokên xwe bihêlin cihekî. Li her kolanê zarokên 12 û 13 salî yên penaber, zarokên karker hene. Gelek zarok hişbirê bikartînin. Ev tişt bi destê dewletê pêk tê. Ji ber vê sedemê dest pê kirina kampanyaya 'Em xwe diparêzin' girîng e. Divê em li qada jiyanê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
 
‘Tevlî meşa me ya sibêhe bibin' 
 
Seviha Yarîçî jî aktîvîsta TJA'yê ye, diyar kir ku ji bo kampanyayê diçin her malî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em diçin kijan malê li vir şîdet heye. Şîdet ne tenê bi fîzîkî ye, şîdeta, aborî, çandî, nasnameyê jî heye. Li dijî şîdetê jî divê em xweparastina xwe li pêş bixin. Em ê têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin. Em bang li jinên navçeye dikin ku tevlî meşa me ya sibêhê bibin."
 
‘Li dijî şîdeta mêr-dewletê rêxistinbûn hewce ye' 
 
Aktîvîst Hamîde Turan jî bal kişand ser rê û rêbazên têkoşînê û got: "Ez bang li jinan dikim ku di ferqa hêza xwe de bin û bi hev re li dijî şîdetê têbikoşin. Em li ber kolanên navçeyê bi esnaf û şêniyan re derbarê şîdeta li hemberî jinê de nîqaşan dikin, em bal dikişînin ser rêbazên têkoşînê. Li her malê jin bi dilekî germ me pêşwazî dikin. Şîdet ne tenê pirsgirêka jinê ye, di heman demê de pirsgirêka mêrê jî. Em ê li dijî şîdeta mêr û dewletê xwe birêxistin bikin û têbikoşin."