'Jin herî zêde ji tundî û fêrbûna hişbirê ya ciwanan giliyan dikin'

  • 09:16 6 Mijdar 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Çalakvanên TJA’yê yên ku di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de xwe digihînin hemû jinan anîn ziman jin herî zêde ji hînbûna ciwanan a hişbirê bi gazinc in.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrişên polîtîkayên taybet kampanyaya ji bo 4 mehan bi dirûşma “Em xwe diparêzin” di 15’yê Îlonê de dabû destpêkirin. Di vê pêvajoyê de çalakvanên TJA’yê li bajar, gund û hemû kuçeyan xwe gihandin jinan. Di serdanê de jinan bi çalakvanan re pirsgirêkên xwe parve kirin. Li gorî çalakvan dibêjin giliyên jinan herî zêde li dijî tundîyê û li dijî  fêrbûna ciwanan ya hişbirê ye.
 
‘ Me xwe gihand bi hezaran jinan’
 
Çalakvana TJA’yê Selma Ozcan got bi dayîna starta kampanyaya em xwe diparêzin re ew derketine qadan. Selma wiha berdewam kir: “Di çarçoveya kampanyayê de hemû hevalên me li herêma ku lê ne xwe gihandin hemû jinan. Gund bi gund, tax bi tax em bi hemû jinan re axivî. Jinan bi awayekî germ me pêşwazî kirin. Di her hevdîtinek me de me kampanya da naskirin û beramberî vê jinan giliyên xwe bi me re parve dikirin.  Di van giliyan de mixabin herî zêde tûndî û bi karanîna ciwanan ya hişbirê cih digirt.”
 
‘Em ê bi hev re xwe bigihînin çareseriyê’
 
Selma bal kişand ser girîngiya bihevrebûnê û wiha dewam kir: “Me li pirsgirêkên jinan guhdar kirin ku me xwest em bi wan re bigihêjin çareseriyê. Weke ku bi mehane jin li benda vê kampanyayê bûn. Xebatên me yên kampanyayê hîna berdewam dikin. Em ê xwe bigihînin hemû jinan. Em ê bi jinan re civînan li dar bixin, mal bi mal serdanan pêk bînin. Em ê riya çareseriyê bi hev re bibînin. Li dijî tundî, destdirêjî û hişbirê em ê bi hev re bibin hêz û xwe biparêzin.”
 
‘Polîs li hemberî  tiştê xirab nabin asteng’
 
Çalakvana TJA’yê Adîle Kizilay jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku giliyên herî zêde ji wan re dihatin gotin tûndî û bikaranîna hişbirê ya ciwanan bû. Adîleyê got polîs ji vê re nabin asteng û wiha berdewam dike: “Dixwazin hişbirê li nava ciwanan belav bikin. Em dibînin ku vê yekê bi aweyekî serkeftî jî dikin. Her jina ku em pê re axiviye qala bikaranîna hişbirê ya ciwanan dike û dibêjin polîs ji vê re nabin asteng. Jin dibêjin bi destê sîstemê hişbir tê belavkirin. Wan jî ji me re gotin ku sîstem xwedî li ciwanan dernakeve û pêwîst e em derbikevin. Gelek caran bi van gotinên xwe re wan xalên kampanyaya me anîn ziman. Armanca me ew bû ku em ji van polîtîkayan re bibin asteng.”
 
‘Em ê bê navber bixebitin’
 
Adîle wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ji xebatên xwe encamên gelek baş girt. Me agahiyên xwe parve kir û jinan ji bi me re parve kirin. Têkildarê pirsgirêkên bi me re parve kirine ji bo em bibin çareserî em ê xebatên xwe bidin berdewamkirin. Wê bi van serdanan re sînordar nemîne bê guman. Bi pandemiyê re jinan pêvajoyên gelek zehmet derbas kirin. Karantîna ji wan re bûn cihên îşkenceyê. Her ku çu tundî zêde bû. Bi taybet ji jinan di vê derbatê de ji giliyên xwe bi me re parve kiribûn. Em ê bê navber bixebitin û hewil bidin ji pirsgirêkên wan re bibin çareserî.”