8'emîn salvegera avakirina HDP'ê bi qurnefîlan hat pîrozkirin

  • 16:40 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya wanê bi munasebeta 8'emîn salvegera avakirina HDP'ê çû serdana esnafan û qurnefîl li wan belav kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya wanê bi munasebeta 8'emîn salvegera avakirina HDP'ê çû serdana esnafan û qurnefîl li wan belav kir. Bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya Wanê û beşdariya Hevserokên HDP'ê Oznur Bartin û Okkeş Kava serdana esnafan hat kirin. 
 
Di serdana li Kolana Cumhuriyetê û li Kuçeya Hunerê hat kirin de esnafan bi kêfxweşî HDP'yî pêşwazî kirin.