8'emîn salvegera avakirina HDP'ê bi qurnefîlan hat pîrozkirin 2020-10-13 16:40:36   WAN - Rêxistina HDP'ê ya wanê bi munasebeta 8'emîn salvegera avakirina HDP'ê çû serdana esnafan û qurnefîl li wan belav kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya wanê bi munasebeta 8'emîn salvegera avakirina HDP'ê çû serdana esnafan û qurnefîl li wan belav kir. Bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya Wanê û beşdariya Hevserokên HDP'ê Oznur Bartin û Okkeş Kava serdana esnafan hat kirin.    Di serdana li Kolana Cumhuriyetê û li Kuçeya Hunerê hat kirin de esnafan bi kêfxweşî HDP'yî pêşwazî kirin.