Hevrîn Xelef bi merasîmekê ser gora xwe hat bi bîrxistin

  • 08:42 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya yekemîn Salvegera Sekertera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku ji aliyê dewleta tirk ve hat hedef girtin, merasîmê bi bîrxistinê li Dêrikê hat çêkirin.
 
Di 12’yê Cotmeha 2019’an de siyasetmedara jin di heman demê de Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi kemînekê hat qetîlkirin. Bi boneya yekem salvegera wê ji aliyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ve bi beşdariya  Endamên Rêveberiya Xweser, Sazî û Rêxistinên jin, her wiha Sazî û Dezgehên Civakî  ji tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bi bîrxistin. Merasîmê bîranînê li goristan şehîd Xebat Dêrik hat çêkirin. Cihê bîranînê bi wêneyên Hevrîn Xelef hat xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê Serokê Partiyê Ibrahîm El-Qeftan axafina vekirinê kir û wiha got: “Hevrîn sembola azadiyê û wekheviya gelan bû. Ji bo Sûriyeke demokratîk kedeke wê ya mezin hebû.  Ji bo rûmeta gelê xwe û parastina mafê wan roleke wê ya pir girîng hebû. Xwest xeyalên hemû gelan pêk bîne û aştiyeke mayinde bi xwe re bide avakirin. Dewleta tirk xwest vîna azadiyê di hundirê me de bişkîne, lê va ye îro em hemû weke rêhevalên Hevrîn doza wê dişopînin. Em ê mîrasê wê biparêzin heya em Sûriyeke azad bidin avakirin.”
 
‘Hevrîn sembola têkoşîna me jinan e’
 
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD)’ê Emîne Omer salvegera bîranîna Hevrîn Xelef li tevahî jinên xwediyên fikirê demokratîk pîroz kir û wiha pê de çû: “Em weke jinên siyasetmedar di avakirina Sûriyeke demokratîk de, em xwedî biryarin. Xelayên Hevrîn ew bû ku tevahî gelê Sûriyê bi rengekî azad bijîn û ji bo doza tevahî jinan her di nava têkoşînê de bû. Di hizûra wê de em dibêjin ku wê her nîşana te ya serkeftinê bilind bimîne. Wê Hevrîn bimîne sembola têkoşîna me tevahî jinan e.”
 
Wê armancên dijminên jinan pêk neyên
 
Li ser navê Kongreya Star Endama Koodînasyona Kongreya Star Evîn Siwêd jî axaftin kir û ev tişt got: “Bi rihê Hevrînan îro şoreşa me bi rengekî nû ji têkoşîna jinan mohra xwe li dîrokê xist. Hevrîn ne tenê weke jineke siyasetmedar em pênaseya wê dikin, lê belê pêşenega şoreşa jinê. Di bîranîna wê de em soza domandina xetbatê wê didin û jêre dibêjin wê armancên dijminên jinan pêkneyên. Bi hedefgirtina Hevrîn re xwestin derbeyekê li şoreşa jin bixin, da ku çavê me bi tirsînin û me ji armanên me vegerînin. Heya ku rêhevalên Hevrîn hene wê hertim beyreqa wê bilind be.”
 
‘Jinên mîna Hevrîn nayên jibîrkirin’
 
Li ser navê Meclîsa jinên Sûriyan Corcêt Gorgês axaftin kir û wiha got: “Bi navê jinên hemû netewên ku ser vê xakê dijîn em bi rêzdarî rêhevala xwe Hevrîn bi bîrtînin. Hevrîn hemû civakên ku ser vê xakê dijîn gihandin hev û pê re jî ji bo hemû civakan kedeke mezin da. Em dibêjin jinên mîna Hevrîn nayên jibîrkirin û dê her tim ji bo Sûriya pêşerojê pêşeng bin.”
 
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser kar û xebatê Hevrîn Xelef di Partiya Sûriya Pêşerojê de hat pêşkêşkirin. Her wiha paşê jî rêxistina jin ya ku ji bo maf û doxa Hevrîn Xelef xebat dide meşandin ji aliyê malbata Hevrîn ve hat xelatkririn. Di dawiyê de jî find li ser gora wê hatin vêxistin.
 
Herî dawî dayika Hevrîn Xelef, Sûaad Mistefa soza domandina xebatê keça xwe hevrîn da û ev tişti got: “Ji bo doza Hevrîn wê rawestandin ji min re tune be. Ez ê domdar bim ji bo bi dest xistina mafê wê.”
 
Merasîm bi dirûşmeya "Şehîd namirin” bi dawî bû.