Kampanyaya TJA'yê ya 'Em xwe diparêzin' bi çalakiyan didome

  • 11:43 12 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê çalekiyên di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de ku hatine destpêkirin li kolan, kuçe û li malan berdewam dike. Aktîvîstên TJA’yê mal digerin û li dijî destdirêjî û tecawuzê divê jin çibikin û wan agahdar dikin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya  “Em xwe diparêzin” de çalekiyên xwe bê navber dide berdewamkirin. Çalekvanên TJA’yê ji bo jinan û civakê derbarê mafên wan de agahdar bike li navçeyan, kuçeyan, kolan û li malan digerin.  Jinan îro li Qoserê bi beşdarbûna hevseroka HDP’yê ya navçeyê Yekta Zankirtli û aktîvîstên TJA’yê çû serdana malbatan.
 
‘Em jinin, li vir in û mafê xwe diparêzin’
 
Aktîvîsta TJA’yê û endama meclîsa şaredariya Artukliyê Rênas Aburşu di axaftina xwe de bal kişand ser armanca kampanyayê û wiha got: “Armanca kampanyayê parastina xweza, jin û zarokan e. Di heman demê de armanc parastina mafên wan e. Em dibînin, her ku diçe buyerên destdirêjî û tecawuzê zêde dibin. Ev jî bersiva dewletê ji bo me ye. Dixwazin çavê me bitirsînin û qadên jiyanê li  me teng bikin. Em ê heta dawî li dijî vê sekna xwe nîşa bikin. Êdî dem hatiye ku em ji van pêkanînan re bêjin êdî bes e. Em jinin, li vir in û mafê xwe yê jiyanê diparêzin. Em ê di vê çarçoveyê de ji kampanayaya xwe bidin berdewamkirin û bi ser kevin. Em ê bigihêjin armanca xwe.”
 
‘Heya tecrît neşkê jin azad nabin’
 
Rênas diyar kir ku kampanya wê bi 3 mehan re sînrodar nemîne û wiha berdewam kir: “Wê ji îro şunde gelek tişt werin guhertin. Gel wê bi zanabûn tevbigere û ji ber vê yekê ji kampanyaya me wê bi 3 mehan re sînordar nemîne. Di kampanayayê de yek ji xalên herî girîng ku armanca me ya sereke ye jî şkandina tecrîdê ye. Heta ku tecrîd neyê şikandin wê azadiya jinê ji nepêkane be. Ji bo azadiya jinê ji divê bi lezgînî dawî li tecrîdê bê anîn.”
 
‘Em ê xwe bigihînin hemû jinan’
 
Yekta Zankirtli jî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Qoserê û wiha got: “Bi taybetî li ser kesên welatparêz êrişek heye ku niha li qoserê jî ew êriş bi her awayî pêk tê. Dixwazin gelek hevalên me bikin kemîna jiyanek kirêt. Li dijî van nêzîkatiyan wê xebatên me hebin. Li mal, li kolan û kuçeyan em ê li her qadê li gel jinan bin. Em ê hewil bidin ku xwe bigihînin hemû jinan.”