Cîhan Xidiro: Hevrînê ji bo azadiya jinan têkoşîn dida

  • 09:04 12 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ- Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro di derbarê yekemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef de got: "Hevrîn Xelef jineke serhildêr bû, xeyala wê ew bû ku aloziya Sûriyê bê çareserkirin û jin bighêjin mafê xwe yê rewa û azad bijîn."
 
Hevrîn Xelef di 15'ê Çileya 1984'an de li Dêrîka Hemko Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Hevrînê dibistana Seretayî û amadeyî li bajarê Dêrîkê xwendiye, paşê di 2009'an de derbasî zanîgeha Helebê dibe û beşa Endizyariyê dixwîne. Hevrînê di sala 2018'an de Partiya Sûriya Pêşerojê dest bi xebatê kir û bû sekretera giştî ya partiyê.  Hevrîn Xelef di 12'ê Cotmeha 2019'an de li gundê Tirwaziyê yê di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de li ser rêya M4'ê, di encama kemîneke çeteyên Ehrar El- Şerqiye de hate qetilkirin. Di vê çarçoveyê de Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê Cîhan Xidro bi minasebeta yekemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef ji ajansa me re axivî.
 
'Hevrînê mohra xwe li dîrokê da'
 
Cîhanê wiha behsa xebat, têkoşîn û destpêkirina kar a Hevrîn Xelef kir: "Di destpêka aloziya Sûriye de sala 2011'an şoreşa galan dest pê kir û her kesî para xwe ji vê aloziyê girt. Me wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vê aloziyê de xeta sêyemîn ya pirojeya Netewa Demokratîk ku jêdera xwe ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girtiye hilbijart. Hevrîn yek ji van kesên ku cihê xwe di nava şoreşa gelan de girtibû û mohra xwe li dîrokê da. Tevli karê civakî bû û di gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih girt û bû xwedî roleke mezin di nava xebatê de. Her wiha di destpêka sala 2014'an de dema ku hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê hat qebûlkirin cihê xwe di nava xebatên derbarê kehrebeyê de girt. Paşê Hevrînê bu Hevseroka Desteya Aborî ya herêma Cizîrê. Di 2018'an de Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqqayê hat damezrandin û Hevrînê di nav wê partiyê de cih  girt û bu Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê. Hevrîn xwedî kesayetek bi nirx bû û nunertiya hemû jinên Sûriyê dikir."
 
'Hêzdida me hemûyan' 
 
Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Hevrîn Xelef û wiha domand: "Têkoşer Hervîn Xelef her tim ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di nava tevgerê de bû. Dema Hevrîn derbasî nava xebatên Partiyê bû, digot armanca min tenê ez pirsgirêkên aloziya Sûriyê û bi taybet yên jinan çarserbikim. Hemû jinên ku cihên xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de digirtin gelekî nêzî Hevrînê bûn. Hevrînê hêz dida me hemû jianan û bi taybet ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengeke girîng bû. Di dema êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên bi navê Artêşa Azad li ser Kantona Girê Spî û Serêkaniyê de Hevrînê li ser kar bû,  berê xwe dabû bajarê Reqqayê.  Lê mixabin li ser rêka Serêkaniyê di 12'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve bi kemîneke pilankirî hat hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Lê ew hovitiya ku komên girêdayî dewleta tirk li dijî rêhevala me Hevrîn pêk anîn dervayî exlaqê mirovan bûn ku tuk kes napejirîne bûn. Qatîlê Hevrînê yê bi navê Ebu El- Şeqra ku heta niha li herêmên dagirkirî dimîne, her kes dizane ku têkiliya wî û Erdogan bi hev re heye."
 
'Em bi îsrar têkoşîna hevrînê bidomînin'
 
Cîhanê teqez kir ku ew piştî rêhevala xwe Hevrînê ji bo misogerkirina pergala netewa demokratîk û azadiya jinê bi îsrar in û wiha dirêjî da axaftina xwe. " Şehîd Hevrîn di nava xebatên Partiya Sûriya Pêşeroj de salekê ma. Di nava vê salê de hertim di axafinên xwe de bang li jinên Sûriyeyî dikir. Wê hewil dida ku biryarên partiyê bi pêşengtiya jinan bên girtin. Hevrîn bi ruhê hevaltiyê nêzî her kesî dibû. Herî dawî navê Hevrîn Xelef di nava lîsteya navneteweyî de cihê xwe girt. Care yekemîn dewleta tirk di 16'ê Tebaxa 2016'an de êrîşî bajarê Cerablusê kir, paşê derbasî bajarê Ezaz, Bab, Îdlib, Efrîn herî dawî Serêkaniyê û Girê Spî bû. Dewleta tirk her tim jinên di nava xebatê de û tevahî jinên herêmê dike hedefa êrîşên xwe. Lê pirojeya me pirojeyeke demokratîk e û mafê jinan diparêze. Tirkiye bi polîtîkayên xwe di heman demê de dixweze vîna jinan bide şikandin ku jin cihê xwe di nava beşên siyasî, leşkerî û civakî de negirin. Em bang li hemû jinên Sûriyeyî dikin ku destek bidin hev û em dewleta tirk ya dagirker ji herêmên xwe derxînin. Bi diyalogên Sûrî-Sûrî em ê aloziya Bakur û Rojhilatê Sûrî çareser bikin."