Xelatên pêşbirka wêjeyî li Qamişloyê hatin belavkirin

  • 08:32 12 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Em bi wêjeyê pêş dikevin" Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê xelatên pêşbirka wêjeyî belav kir.
 
Di çerçoveya 4'emîn Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî, bi dirûşma "Em bi wêjeyê pêş dikevin" Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê xelatên pêşbirka wêjeyî ya sala 2019-2020'an li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna hemû nivîskar û helbestvanan belav kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, bi navê Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen bixêrhatina hemû kesên amade kir û wiha got: "Weke ku hûn dizanin ev mîhrîcan her sal tê lidarxistin û amadekariyên mezin tên kirin. Lê sala borî ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên me, me  di sala 2019'an de mîhrîcan li dar nexist. Ji ber wê yekê me mîhrîcana 2019-2020'an kire yek. Her wiha hemû pêkhate cihê xwe di vê mîhrîcanê de girtin."
 
Nivîskara bi navê Lawir Zengîn li ser jiyana Osman Sebrî axivî û ev tişt got: "Osman Sebrî mirovekî zane bû û zanebûna xwe belav kir. Osman Sebrî demên dirêj kar û xebat dida meşandin û her dem bi welatparêziya xwe dihat nasîn. Osman Sebrî di nava jiyana xwe de gelekî li bajar û paytextan geriya û gelek caran jî ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hate girtin. Osman Sebrî gelek têkoşîn û berxwedan ji bo parastina zimanê Kurdî dikir. Em ê jî her dem li ser şopa wî bin."
 
Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Serêkanî stranên xwe pêşkêş kirin.  Paşê ji aliyê rêveberên Çand û Hunerê, xelat hatin belavkirin. 17 kes di sala 2019'an de di pêşbirka wêjeyê de bi ser ketine hatin xelatkirin. Her wiha 15 kes jî di sala 2020'an de bi ser ketin hatin xelatkirin.
 
Herî dawî kesên ku hatine xelatkirin pirtûk li wan hate belavkirin.