Li Rezanê mirina jinekê ya bi gûman

  • 13:22 11 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Li Navçeya Rezan a Amedê Adule Kardaş li mala xwe darvekirî mirî hat dîtin.  Cenazeyê Edule piştî otopsyê hat defin. 
 
Li taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê Jina 50 salî Adule Kardaş, li malê darvekirî mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku edule di 9'ê Cotmehê de gotiye ew ê biçe dan û stendinê bke û eger dereng ma bila wê meraq nekin. Cîranan jî diyar kirin ku piştî Edule ji malê derket carek din agahî jê nehatiye girtin. Piştî malbat ketin nava lêgerînê cenazeyê Edulê, li qatê jor ê înşaetê bi awayê bi gûman darvekirî mirî hat dîtin.
 
Yekîneyen tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê cenazeyê Edule ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Piştre jî cenaze şandin Erzçiromê. Piştî otopsiya wir cenazeyê Edule anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kirin.