Komîteya Çandê êrîşên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin

  • 12:17 11 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û Komîteya Çand û Hunerê ya Navçeya Sifeyayê  bi minasebeta salvegera êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek hunerî li dar xistin û bal kişandin ser hovîtiya hat kirin.
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk érîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir û di encamê de bi hezaran şêniyên van navçeyan jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn. Bi minasebeta salvegera êrîşên Serêkaniyê û Girê Spî bi dirûşma "Çand ew giyan, wijdan û bîra gelan e û qêrîna wan ji bo çarenûsa wan e" Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û Komîteya Çand û Hunerê ya Navçeya Sifeyayê çalakiyek hunerî li dar xistin. Di çalakiyê de pêşengehek dîrokî hate vekirin.
 
Endama Qomîteya Çand û Hunerê  ya Kantona Hesekê Efaf Heskê şehîda Nemir Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha pê de çû: "Dijmin bi hemû rêbazan êrîşî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku pirojeya Netewa Demokratîk hilbijartiye dike.  Dema êrîş jî dike cihên dîrokî û çandî hedef dike ku hebûn û nasnameya gelan tune bike. Lê em jî bi  lidarxistina çalakiyek wiha parastina çanda xwe ya kevnar dikin."
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên  azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan çalakî hat destpêkirin.  Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Ebid Rezaq Zobea hemû şehîdên berxwedana Rûmetê bi bîr anîn û got: "Em bi fedekarî û berxwedana şehîdan parastina hebûn û dîroka xwe dikin."
 
Piştî bernameya xwendina helbestan, çalakî bi vekirina pêşengeha dîrokî ji aliyê Dayika Şehîd Hisên Fatma Ebdê ve bi dawî bû.